Polîsan li Edeneyê êrîşî protestokirina Licê kir
Polîsan li Edeneyê êrîşî protestokirina Licê kir
Polîsan li Edeneyê êrîşî protestokirina Licê kir
Li Edeneyê polîsan êrîşî bir ser ciwanên ku Qetlîama Licê protesto dikirin. Tê ragihandin ku piştî êrîşê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn berdewam dike.
Ciwanên ku li ser Caddeya Şakirpaşa ya Seyhan a Edeneyê hatin gel hevdu, bi armanca êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî girseya ku çêkirina qereqolan protesto dikirin û di encam de ciwanê 18 salî Medenî Yildirim hat qetilkirin û 8 kesan jiyana xwe ji dest da şermezar bikin li ser Caddeya Şakirpaşa lastîk şewitandin, cadde li trafîkê girtin, bi kevir û konteynerên çopan bend çêkirin.
Ciwanan dirûşmayên ku dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê re dianîn ziman qîr kirin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê, bi bombeyên gazê, gulleyên plastîk û ava şid mudaxele kirin. Ciwanan jî bi bombeyên deng, fîşekên hewayî û molotofkokteylan bersiv dan. Ciwan ku paşê ji Caddeya Şakirpaşa ber bi Caddeya Ova çûn rê li çûnûhatinê girtin û bend danîn. Tê gotin ku pevçûn berdewam dikin.