Polîsan li Edeneyê 2 kes birîndar kirin

Li Edeneyê welatiyên komkujiya li Kurdistanê tê meşandin şermezar kirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên ku mudaxaleyî berxwedana gel kirin, zarokek birîndar kirin. Ciwanê bi navê Zekeriya Baysal jî ji çonga xwe ve hat birîndarkirin.

Piştgiriya gelê Kurdistanê û êrîşên li ser gelê Cizîr, Sûr û Farqînê li gelek navendan bi girseyî tê şermezarkirin. Welatiyên li semtên Daglioglu, Şakirpaşa, Gulbahçe, Firat, Kuçuk Dikili û Anadolu yên Yuregîrê û Seyhanê bi boneya piştgiriyê bidin gelê Kurdistanê daketin kolanan û çalakî pêk anîn. Welatiyên daketin kolanan rastî êrîşa polîsan hatin. Li Taxa Daglioglu û derdorê Havuzlu Bahçe polîsan bi bombeyên gazê û çekan êrîşî welatiyan kir. Di êrîşa polîsan de ciwanê 21 salî Hayrettin Akman ji piyê xwe ve birindar bû. Akman, rakirin Nexweşxaneya Taybet a Guney Edeneyê.

Li aliyê din ciwanê bi navê Zekeriya Baysal ku polîsan ew ji çonga wî ve birîndar kir, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkin Tufekçî ya Çukurovayê ya Edeneyê.