Polîsan li Colemêrgê êrîşî protestokirina Qetlîama Licê kir
Polîsan li Colemêrgê êrîşî protestokirina Qetlîama Licê kir
Polîsan li Colemêrgê êrîşî protestokirina Qetlîama Licê kir
Polîsan bi bombeyên gazê êrîş bir ser ciwanên ku qetlîama Licê protesto dikirin.
Bi munasebeta protestokirina êrîşa leşkerên Tirk a li Licê ev du roj in ku li Colemêrgê çalakî hene îro jî ciwan li Taxa Daggol kom bûn. Ciwanan her du rêyên ku tên taxê bi ber û keviran girtin û agir pêxistin. Polîsan bi TOMA, maşîneyên zirxî, bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir. Ciwanan ku timûtim dirûşmayên “Gelê Licê ne tenê ye” qîr dikirin, bi keviran bersiv dan polîsan. Polîsên ku nikarîbûn bendên ciwanan derbas bikin, hewl dan bi ava şid agir vemirînin. Agirê ku dihat vemirandin careke din ji aliyê ciwanan ve dihat pêxistin. Pêvçûna di navbera polîs û ciwanan de berdewam dike.