Li navçeya Şirnex Cizîrê, polîsan duh bi şev bi dehan wesayîtên zirxî taxa Cudî dorpêç kirin û hewl dan ku xendekên ciwanan ji ber operasyonên qirkirina siyasî vekirin bigirin. Polisên tax dorpêç kiri serê sibehê welatiyê bi nav Beşîr Egitmîş bi guleyan birindar kirin. Dehan wesayitên zirxî yên polîsan ên ku ji ber berxwedana ciwanan şevê din nekarin bikevin nava taxa Cudî serê sibehê carek din tax dorpêç kirin. Polîsên di têketina taxê de hin xendek girtin tax gulebaranê kirin û di encamê de Beşîr Egitmîş ê diçe mala xwe birindar kir.
Şahidên bûyerê ragihandin ku dema Egîtmîş dixwest derbasî mala xwe bibe dengê guleyan hatiye û wan dit ku Egîtmîş birîndar bûye. Welatiyê li nêzikî cihê bûyerê esnafiyê dike destnîşan kir ku Egîtmîş ji dikana wan 5-6 metreyan borî û ji aliyê wesayita zirxî ve hate gulebarankirin. Welatiyê bi nav Mehmet Guzel ji da zanîn ku wan li pêşberî kolana Egîtmîş hatiye birîndarkirin taştê dixwar û wan dît ku dengê guleyan hat û Egîtmîş ket erdê. Guzel bi lêv kir wan telefon li ambûlansê kirin lê rayedaran gotine ji ber ewlehiyê ew nikarin werin cihê bûyerê. Guzel diyar kir ku her çiqas polîsan astengî derxistin jî wan bi wesayîta xwe Egîtmîş birin nexweşxaneyê. Egîtmîş niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tê dermankirin.
Her wiha di encama gule barana polîsan de gelek wesayîta û xaniyan jî zerar dîtin. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî tax gule baran dikin deriyê kargehan şikandin. Polisan xendekên ketina tax bi xizê ku welatiyekê ji bo înşaata xwe amade kirî tejî kirin. Her wiha polîsan kanalîzayona ji bi xizê tejî kirin.