Polîsekê kulm li parlemetera HDP’ê Kaya da

Polîsên êrîş birin ser HDP’yiyên li Guvenpark a Enqereyê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin, kulm li Parlemetera HDP’ê Emîne Kaya da.

Di nava rojê de polîsan hişyarî û gefa ‘Kom nebin, an em ê we destgîr bikin’ li Meclîsa Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Guvenparkê ku kon vedabûn dikir. Li parka ku standa Partiya Îyî, Partiya Saadet û Partiya Gel a Komarê (CHP) jî lê hebû, polîsan êrîş bi ser HDP’yiyên ku govend gernadin û belavok belavkirin. Di êrîşê de amîrê polîsan kulm li du jinên HDP’yî da. Li dijî hember destgîrkirina HDP’yiyan, kesekî CHP’yî jî nerazîbûn nîşan da.

Di dema aloziyan de polîs bi gotina: “Muzîka hilbijartinê bigirin, ji deveyî 5 kesan ti kes belavokan belavneke’ li ser vê alozî di navbera ciwanên HDP’yî û polîsan de aloziya derketî dewam dike.

HDP’yiyên li dijî vê derketin ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, dîsa hate zanîn ku yek ji jinên ku ji aliyê polîsan ve hate derbkirin namzeta Parlmentera HDP’ê ya Enqerê Emîne Kaya ye. Polîsê ku kulm li Kaya da xwest ku nûçegihanê rojnameya Cûmhûryetê Alî Haydar Çelebî yê ku dîmen kişandî destgîr bike. Di dema destgîrkirina gela asteng kir de, polîs dîmenên Çelebî kişandî jê bir.

Kaya bûyer wiha vegot: “Polîs hatin ba me gotin; ‘Hûn bi zorê belavokan li kesan belav dikin. Diyarkirin ku belavokan belav nekin.’ Min jî ji bo wan got em xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin. Niha hûn li pêşiya derbasbûna mirovan dibin asteng, destpêkê min dehf da. Piştre kulm li stûyê min da.” Kaya bibîr xist ku gel tevlî govenda wan dibe wiha got: “Polîs xwe li vê coşa me ranegirt. Em ê tevî hemû astengiyan xebatên xwe bidomînin. Gav bi şûnde navêjin.

CHP’yiyên li gel standa HDP’ê ku belavokan belav dikin jî nerazîbûn nîşanda. CHP’yiyan bi gotina: “Hûn çi ji van dixwazin? Eger qedexe ye standa her kesê rakin? Nerazîbûn nîşan dan. Li ser vê polîs ji qadê vekişiyan.

Piştî aloziyan namzetên CHP’yî û parêzerên HDP’yî çûn herêma ku konên hilbijartinê lê hatibûn vedan. Partiyan li gel muzîka hilbijartinê belavokên xwe belav kirin.