Polîsan êrîşî xwepêşandana ji bo girtiyên nexweş kirin

Polîsan êrîşî xwepêşandana ji bo girtiyên nexweş kirin

Li Parka Guven a Enqereyê polîsan êrîşî çalakiya ku ji bo girtiyên nexweş hate lidarxistin kirin. Bi dehan kes bi copan hatin derbkirin û kesek bi navê Eylul Denîz Yaşar hate binçavkirin.

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya ku ji bo serbestberdana girtiyên nexweş her hefteyê roja Şemiyê li Guven Parkê ya Enqereyê çalakî li dar dixe vê hefteyê jî çalakî li dar xist. Polîsan bi tundî êrîşî çalakgeran kir. Polîsan bi hinceta ku biryara Walîtiyê heye û li Parkê ti daxuyanî wê neyê dayîn bi copan êrîşî koma ku ji bo girtiyên nexweş kom bûn kirin. Hate zanîn ku aktîvîstê bi navê Eylul Denîz Yaşar ji aliyê polîsan ve bi derbkirinê hate binçavkirin.

Di dema çalakiyan de polîsan mudaxaleyî xebatkarên çapemeniyê jî kirin.

Endamên înîsiyatîfê li dijî polîsan nerazîbûn nîşan da û pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin û bi dûrişman dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Endamên înîsiyatîfê diyar kirin ku heta Yaşar bê berdan wê çalakiya xwe bidomînin.

Li aliyê din hate hîn bûn ku hêzên demokrasî û kedê yên li Enqereyê jî ji bo piştgiriyê bidin endamên înîsiyatîfê ber bi YKM’ê tên.