Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Polîsan êrîşî xwendekaran kirin

Li Zanîngeha Mersînê, xwendekaran xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermrezar bikin. Lê belê polîsan êrîşî xwendekaran kirin.

Li Zanîngeha Mersînê xwendekarên DEM-GENÇ'î, xwestin qedexeya derketina derve ya li Kurdistanê, êrîşên li hemberî gel û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin. Lê belê polîsên Tirk bi ço û gaza îsotê êrîşî xwendekaran kirin. Xwendekarên li ber Fakulteya Fen Edebiyatê civiyan, xwestin ji vê derê ber Meydana Cûmhûriyetê ve bimeşin. Xwendekaran dema dest bi meşê kirin, polîsên Tirk êrîşî wan kirin.

Di êrîşê de gelek xwendekar birîndar bûn û xwendekarekî bi navê Serdar ê paşnavê wî nehat zanîn, hat binçavkirin.

Polîsan her wiha sixef li nûçegihana DÎHA'yê Nûrhan Kûzû ya nûçe dişopand, kir.