Polîsan êrîşî xwendekaran kirin

Polîsan êrîşî xwendekaran kirin

Li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê, piştî pevçûna di navbera komeke Hîzbûllahiyan û xwendekaran de, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Polîsan gelek xwendekar kirin bin çavan.

Li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê, komeke tê gotin Hîzbûllahî bûn êrîşî komeke xwendekaran kir. Piştî ku xwendekaran li ber devê fakulteyê stand vekirin, koma mijara gotinê bi xwendekaran re nîqaş kir. Li dû nîqaşê komê êrîşî xwendekaran kir. Polîsên ku destek dan koma êrîşkar, bi bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kirin. Hat ragihandin ku gelek xwendekar ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyan, polîs li nava fakulteyê hînê xwendekaran digirin binçavan.