Polîsan êrîşî meşa KHK’yiyan kir

Polîsan êrîşî meşa Cemal Yildirim, Mûhammed Semîh Karaoglû yê KHKyî û Resûl Kalyoncû kirin a ku ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dabûn destpêkirin. Gelek kes hatin destgîrkirin.

Polîsan êrîşî meşa Cemal Yildirim, Mûhammed Semîh Karaoglû yê KHKyî û Resûl Kalyoncû kirin a ku ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dabûn destpêkirin. Kalyoncû yê ne KHK’yî bû, ji bo piştgiriyê tevlî meşê bûbû.

Çalakgeran dema xwestin li Rêya Sakaryayê daxuyaniyê bidin polîsan êrîş kirin û gelek kes destgîr kirin.

Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku wî jî piştgirî da çalakiyê got ku “Ji bo pêşwazîkirina çalakgeran em hatin Rêya Sakaryayê û tevî wan gelek kes hatin destgîrkirin.”

Ji ber ku li dora çalakgeran gel kom bû, polîsan êrîşî wan jî kir û gelek kes destgîr kir.