Polîsan êrîşî meşa ji bo Licê û Parka Gezî kir
Polîsan êrîşî meşa ji bo Licê û Parka Gezî kir
Polîsan êrîşî meşa ji bo Licê û Parka Gezî kir
Li Enqereyê bi armanca protestokirina bûyera Liceyê û êrîşa li hemberî Parka Gezî bi organîzasyona Rêxistina Ciwanan a BDP’ya Enqereyê meşek hat lidarxistin. Meşa li Enqereyê bi tevlîbûna gelek saziyên siyasî û endamên wan pêk hat. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyî girseyê kir û meş asteng kir.
Li navçeya Amedê Licê li gundê Xêzanê di meşa protestokirina avakirina qereqolan de leşkeran gule barandibûn ser girseya gel. Di encama gulebarandinê de ciwanê Kurd Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes birîndar bibûn. Ji bo şermezarkirina bûyerê li Enqereyê li Parka Azadiyê rêxistinên BDP, SDP,ODAK, İHD û bi beşdariya girseyeke demokratîk ku di nav de endamên rêxistina ciwanan hebûn xwestin heya Caddeya Ziya Gokalp meşa xwe berdewam bikin lê li rastî astengiya polîsan hatin.
Girseya gel bi dovîzên "Bijî wekheviya gelan" "Wê kîna dayikan kujeran bixeniqîne", "Dest nedin jidayikbûna mirovan û jiyana wan", "Bila çêkirina qereqolan werin dawîkirin", "Em ê Kurdistanê bikin goristan ji bo faşîstan" hatin hildan.
Li ser vê yekê polîsan bi îddîaya di nav girseyê de komeke ku bi wan re molotofkokteyl, kevir û dar hene destûr neda meşê. Girseyê jî di meşê de israr kir. Hevserokê BDP’ê yê Enqereyê Bedrî Irmak Prz. Mesut Ozer jî di nav heyetê de bi polîsan re hevdîtin kir. Heyetê xwest polîs rê veke û kom heta cihê ku Ethem Sarısuluk lê hatiye qetilkirin Parka Guvenpark bimeşe. Lê, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî girsê kir. Girse ber bi Parka Kurtuluşê ve belav bû. Mudaxaleya polîsan a bi TOMA'yan berdewam kir.