Polîsan êrîşî Meşa Şevê ya Femînîst kir

Polîsan êrîşî Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê kir û gelek kes destgîr kir.

Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hatibû qedexekirin. Ligel qedexeyan jî meşê dest pê kir. Lê dora Qada Taksîm û Îstîklalê hate kirin. Jin li pêşiya Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê hatin ba hev û heta Rêya Îstîklalê meşiyan.

Jin li Siraselvîlerê kom bûn û xwestin derbasî Rêya Îstîklalê bibin. Polîsan bi gaza îsotê êrîşî jinan kir û gelek jin destgîr kir.