Polîsan êrîşî malbatên Qetlîama Enqereyê kirin

Di dûniştina Doza Qetlîama Enqereyê de polîsan êrîşî malbatan kirin.

Di Rûniştina piştî nîvroyê de ku Doza Qetlîama Enqerê ya ku li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin, alozî derket.

Dema ku parêzer Mehtap Sakîncî Coşgun daxivî navê 101 kesên ku jiyana xwe ji dest da xwend. Di vê navberê de yek ji bersûcan bi gotina "Yasîn Borû" qîr kir. Malbatan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşandan û jendirmeyan bersûc derxistin derve.

Ji aliyê bersûcên DAIŞ'ê pet-şûşe avêtin malbaten. Polîsan mudaxaleyî malbatên nerazîbûn xwe nîşan dan kirin. Malbat û parêzeran xwestin ku polîsên ku li hemberî wan şîdet bi kar anîne û yên ku pet-şûşe avêtine bên tespîtkirin.

Di eywanên dadgehê de di navbera polîsa û malbatan de alozî hê jî dewam dike, rûniştina îro bi dawî bû.