Polîsan êrişî çelekiya protestoyê a li Taksîmê kir
Polîsan êrişî çelekiya protestoyê a li Taksîmê kir
Polîsan êrişî çelekiya protestoyê a li Taksîmê kir
Koma ku li ser bangewaziya Yeketiya Tekoşînê li Meydana Taksîmê ji bo protesto kirina komkujiya 19’ê Kanûnê hatin gel hev polîsan êriş kir ser komê û di encamê de 7 kes hatin derb kirin û binçav kirin.
Koma ku li ser bangewaziya Yeketiya Tekoşînê ji bo protesto kirina komkujiya di 19’ê Kanûna 2000’an de ku li 20 girtîgehan di bin navê “Vegera li Jiyanê” pêk hat ku 28 girtiyan jiyana xwe ji dest da, koma ku bi armanca protesto kirina komkujiya 19’ê Kanûnê li Meydana Taksîmê hatin gel hev polîsan êriş kir ser komê. Piştî pankarta ku li ser “girtîgeh bi helweşîn û girtî azad bibin” hat vekirin şûnde koma ku nêzî 20 kesî xwestin daxuyaniya çapemeniyê bikin polîsan bi cop û mertalan êriş bire ser û du kes xistin bin çavan.
Sê kesên ku derketine ser banê restoranta di ketina Kolana Îstiklalê de û pankart vekirin ji aliyê polîsan ve bi hatin derb kirin û xistin bin çavan de. Piştî belavbûna komê şûnde kesekî ku digot ez parêzerim dixwest li Meydana Taksîmê daxuyanî bide ji aliyê hejmarekî zêde a polîsên hêza çevîk ve heya Kolana Siraselviyê bi mertalan hate xişikandin.
POLÎSAN ÊRIŞÊ KESÊN KU LI MEYDANÊ SEKINÎN JÎ KIR
Polîsên ku hêrsa wan ne hate xarê êrişî kesên ku li meydana Taksîmê sekinîn jî kir. Bahadir Soylenmez ku ji bo protesto kirina vê êrişa keyfane a polîsan li gel hevalên xwe li meydanê rawesta li rastî êrişa polîsan hat. Hêzên polîsan yên çevik ku Soylemez û hevalên wî heya kolana Siraselvirê xijikandin gelek kes xistin bin çavan de. Polîsan rojnamevanên ku dîmen digirtin jî asteng kirin.