Polîsan êrîşê protestoya 15'ê Sibatê kir
Polîsan êrîşê protestoya 15'ê Sibatê kir
Polîsan êrîşê protestoya 15'ê Sibatê kir
Ji ber salvegera komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê hatibû kirin, çalakiyên protestoyî tên li dar xistin. Li navçeya Kayapinar a Amedê gel daket kolanan û daxwaza azadiya Ocalan anî ziman.
Lê belê meşa bi meşale ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin. Li ser vê yekê li ber avahiya Mala Gel kom bû û helwesta polîsan şermezar kir. Li kolana Koşuyoluyê jî polîsan bi bombeyên gazê êrîşê ciwanan kir û gelek wesayitên polîsan hatin cihê bûyerê.
Di nava ciwanan û polîsan de pevçûn derket û li gorî agahiyên destpêkê 3 kes hatin binçav kirin. Li Kaynartepeyê jî ji ber bombeyên gazê hinek rûniştvanên taxê nexweş ketin.