Polîsan êrîşê çalakiya HDK’ê kir

Polîsan êrîşê çalakiya HDK’ê kir

Ji aliyê Meclisa Esanyurt a HDK’ê ve bi armanca piştgiriya gelê Rojava re çalakiya runiştinê ya du roj bû berdewam dikir, rastî êrîşa ava şid û bombeya gazê ya polîsan hat.

Çalkaiya ku du roj bû li Qada Cumhuriyetê ya Esenyurtê berdewam dikir û dihat payîn ku parlamentera Stenbolê ya BDP’ê Sebahat Tuncel û parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel tevli bibe. beriya ku çalakî dest pêk bike, komê çalakiya runiştinê pêk anîn û polîsan bi ava şid û bombeya gazê êrîşê girseyê kir. Gireyê bi keviran bersiv da. Piştre girse derbasî ber avahiya BDP’a Esenyurtê bû.

Bendewariya li Qada Cumhuriyetê didome.