Polîsan êrîş birin ser protestoya li Stenbolê

Endamên Konfederasyona Komaleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) ên li Stenbolê qetlîamên li Kurdistanê û qedexeyên kolanan protesto dikir, rastî êrîşa polîsên Tirk a bi copan hat.

Endamên Konfederasyona Komaleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) ên li Stenbolê qetlîamên li Kurdistanê û qedexeyên kolanan protesto dikir, rastî êrîşa polîsên Tirk a bi copan hat.

Endamên Konfederasyona Komaleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) li Stenbolê hewl dan qetlîamên li Kurdistanê û qedexeyên kolanan protesto bikin, li pêşiya Lîseya Galatasaray pankart vekirin. Ciwanên ku bi dirûşmên “Gelê Kurdistanê ne bi tenê ye” bal kişandin ser qetlîamên li Kurdistanê rastî êrîşa bi copan a polîsan hatin. Polîsan hewl dan ciwanan binçav bikin.

Hate ragihandin ku qad ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin û alozî didome.

...