Polîsan êrîş bire ser parêzerên li ketina Enqerê rawestiyabûn

Polîsan êrîş bire ser parêzer û serokê baroyan ên ji bo ‘Meşa Parastinê’ li ketina Enqerê rawestiybûn. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqerê Şevîn Kaya ji aliyê polîsan ve bi erdê re hate dirêjkirin û derb kirin.

Bendewariya serokên baroyan ên ji her devera Tirkiyeyê ji bo ‘Meşa Parastinê’ li ser rêya Eskîşehîr a ketina Enqerê dewam dike. Polîsan dora serokên baroyan ên li ketina Enqerê girtin. Yên ji nava dorpêçê filitîn carekî din rê nadin xwe bigihînin hevalên xwe.

Beşek ji parêzerên Baroya Amedê di saetên şevê de xwestin biçin gel parêzerên baroyê lê polîsan ew asteng kirin. Di navbera parêzerên ku nerazîbûn nîşanî vê da û polîsan de alozî derket. Di vê navê de gotina parêzerekî ya ‘Muwekîlê min hatiye destgîrkirin, di vê bi wî re hevdîtinê bikim’ bal kişand.

Bendewariya parêzeran a li deverê dewam e, li bajar baran jî dibare. Di dema baranê de endamê Baroya Enqerê yên ku xwestin destekê bidin serokên baroyan polîsan êrîşî wan kir. Di dema êrîşê de hinek parêzer bi erdê re hatin dirêjkirin û polîsan êşkence jî li hinekan kir. Parêzerên ji bo destekê hatin 50 metre dûrî parêzerên di bin dopêça polîsan de rawestandin. Parêzeran nerazîbûn nîşanî vê da û ev yek protesto kirin. Parêzereke jin bi gotina; ‘di baranê de jî êrîşî êrîş dikin’ nerazîbûn nîşan da.

Yek ji parêzerên hatin derbkirin Hevseroka Şaxa Komeleya Ji Bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) Şevîn Kaya bû, polîsan ew dehf da û li erdê xist. Polîsan bi ling pehîn li Kaya dan.

Parêzer jî bi dirûma ‘Parastin nayê bêdengkirin’ êrîşa polîsan û astengî protesto dikin. Polîs rê nadin ku  serokên baroyan ji bedê derkevin, her wiha rê nadin yên derve jî bikevin hundir. Dîsa rê nadin ku parêzerên din serokên baroyan jî bibînin.

Bendewariya parêzer û serokên baroyan a li herêmê hê jî dewam e.