Polîsan êrîş bire ser çalakiya piştgiriya bi Bogazîçî ya li Enqerê

Polîsan êrîş bire ser çalakiya ji bo piştevaniya bi xwendekarên Bogazîçî ku li Enqerê hate lidarxistin. Polîsan di mudaxeleyê de guleyên plastîk û gaza bîberê bikar anîn.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê ji bo piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’yî xwepêşandanan lidar dixin xwest li ber Şaredariya Çankayê daxuyanî bide çapemeniyê.

Koma ku xwest bi dowîzên “Em bi ser bilindî bi ser dikevin” hildan û bimeşe ber Şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan pandemiyê hêcet nîşan da û nehişt kom biçe ber şaredariyê. Koma bi biryarî xwest biçe ber şaredariyê bi mudaxileya polîsan re rûbirû ma. Polîsan li Cadeya Yukselê bi guleyên plastîk û gaza îsotê êrîşî komê kir. 

Kom pişt re li nava kolanan belav bû û di navbera wan û polîsan de rageşî qewimî.