Polîsan êrîş bire ser çalakiya Bogazîçî: 30 kes destgîrkirin
Polîan êrîş bire ser xwendekarên ku Melîh Bûlû ji bo Zanîngeha Bogazîçî weke qeyûm hatibû danîn protesto dikirin, 30 kes destgîrkirin.
Polîan êrîş bire ser xwendekarên ku Melîh Bûlû ji bo Zanîngeha Bogazîçî weke qeyûm hatibû danîn protesto dikirin, 30 kes destgîrkirin.
Xwendekarên ku ji bo biçin pêşiya deriyê Kampusa Başûr, polîsên li rawestgiha Etîlerê êrîşî wan kirin.
Xwendekaran bi dirûşmên ‘Zext nikarin bi me’ bersiv dan êrîşên polîsan. Polîsan 30 xwendekar destgîrkirin.
Her wiha polîsan pêşiya xwendekarên li nava zanîngehê jî li deriyê kampûsê girt. Polîs û nobedarên heyî derketina xwendekaran asteng dike.