Polîsan di salona dozê de bigaza îsotê êrîş kir

Polîsan di salona dozê de bigaza îsotê êrîş kir

Polîsên hêza çevîk dema ku doza Komkujiya Umraniyeyê pêk dihat, di salona dozê de gaza îsotê bikaranî. Malbat ser hişê xwe çûn.

Di doza operasyona li ser Girtîgeha Umraniyeyê ku di 19’ê Kanûna 2000’an de êrîşî 19 girtîgehan bi hev re kirin, polîsan di salona rûniştina dozê de êrîşî xizmên girtiyan kir.

Di rûniştina doza ku 399 girtiyên berê dihatin darezandin de, birin Edliyeya Anadolu Yakasi ya Kartalê. Piştî ku bersûc anîn salonê, xizmên bersûvan jî anîn salonê. Polîsên hêza çevîk di carekê de êrîşî malbatên ku xwestin silavê bidin zarokên xwe kirin. polîsan li salona rûniştina dozê gaza îsotê bikaranî, malbat bizorê derxistin derve. Demek dirêj rageşî çêbû.

Ji 2000 çalakvanên rojiya mirinê û nexweşê Wernicke Korsakoff Nîhat Goktaş li ser hişê xwe çû, Îsmaîl Karagoz ji milê xwe derbe xwar. 15 kes kes di salona rûniştinê de li erdê dirêj kirî man.

Di dema êrîşa polîsan de girtî û xizmên girtiyan sloganên “girtiyên şoreşger rûmeta me ne”, “rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê bin bixîne” avêtin.

Heyeta dadgehê biryar da ku îro rûniştina dozê neyêkirin, rûniştin taloqî 30’ê Cotmehê kir.