Polîsan careke din êrîşî Taksîmê kir

Polîsan careke din êrîşî Taksîmê kir

Piştî bi hezaran kes herikîn qada Taksîmê, polîsan careke din  bi bombeyên gazê mudaxale kir. Polîsan bi sedan bombeyên gazê bikar anî û her der vegeriya qada şer.

Piştî bi hezaran kes li qada Taksîmê kom bûn û xwestin nobeta Parka Geziyê ku 15 rojin bi şev û roj berdewam dike bidomînin, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girsê kir. Polîsan bi sedan bombeyên gazê bi kar anî û her der di nav gaza bombeyan de ma. Mudaxaleya polîsan berdewam dike. Bi mudaxaleya polîsan re di navbera polîs û girsê de pevçûn derket. Pevçûna di navbera polîs û girsê de berdewam dike.