Polîsan bi ser ESP’ê de girt û nîşeyek li pey xwe danîn
Polîsan bi ser ESP’ê de girt û nîşeyek li pey xwe danîn
Polîsan bi ser ESP’ê de girt û nîşeyek li pey xwe danîn
Polîsan li Antakyayê deriyê avahiya ESP’ê şikand û ket hundir, lêgerîn kir. Piştre nîşeyek danî. Polîsê ku mifte jî guhert, got: “Ji bo mifteya nû bên midûriyetê.”
Hikûmeta AKP’ê bi rojane li dijî berxwedêrên Taksîmê operasyonan dimeşîne û di çarçoveya operasyonê de îro berbi sibehê bi ser avahiya ESP’ê ya Antakyayê de girt.
Polîsên ku di saeta kes li avahiyê tunebû hatin, mifteya derî şikandin û ketin hundir. Hate hînbûn ku bi talîmata dozgeriya Komarê ya Edenê bi ser avahiyê de girtin û li avahiyê lêgerîn kirin.
Di dema serdegirtinê de odeyeke ku kovar û rojname têde bûn belavkirin.
NÎŞEYEK BALKÊŞ
Polîsan piştre nîşeyek danî. Di nîşeyê de wiha tê gotin: “Li gorî biryra Dozgeriya Komarê ya Edenê li vê navnîşanê lêgerîn pêk hatiye. Di lêgerînê de tiştek nehatiye desteserkirin, ji bo agahiyên berfireh, serî li Midûriyeta Polîsan a Hatayê bidin.
Midûrê Midûriyeta Polîsan a Hatayê.”
ESP dê der barê mijarê de daxuyaniyê bide çapemeniyê.