Polîsan bi guleyên rastî êrîşî şermezarkirina DAIŞ a li Esenyurt kir
Polîsan bi guleyên rastî êrîşî şermezarkirina DAIŞ a li Esenyurt kir
Polîsan bi guleyên rastî êrîşî şermezarkirina DAIŞ a li Esenyurt kir
Li Marmara û Stenbolê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê hatin şermezarkirin. Meşên li Esenyurt û Sultangazî rastî êrîşa polîsan hatin, li Esenyurt kesekî bi navê Tanju Aydemîr bi guleya rastî ya polîsan birîndar bû.
ESENYURT
Rêxistina DBP’ê ya Esenyurt xwest êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bi meşekê şermezar bike. Girse dema xwest ji Qada Komarê ya Esenyurt ber bi avahiya AKP’ê ya li Esenyurt bimeşe, rastî êrîşa polîsan a bi ava şid, bombeyên gazê û guleyên rastî hat.
Di mudaxeleya polîsan de kesê bi navê Tanju Aydemîr bi guleya rastî ya polîsan birîndar bû. Kesê bi navê Îbrahîm Taniş jî bi guleya plastîk birîndar bû. Birîndar ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyurt. Hat ragihandin ku rewşa Aydemîr û Taniş baş e.
KUÇUKÇEKMECE
Rêxistina DBP’ê ya Kuçukçekmece, bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û polîtîkayên neçareseriyê yên AKP’ê meşek li dar xistin. Girseya li ber avahiya DBP’ê kom bû, bi dirûşmayan heta kolanên Taxa Kanarya meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hatin hildan. Êrîşên çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin.
SULTANGAZÎ
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar kir. Meş ji rawestgeha Qereqola Kevin a Sultangazî heta Malacem a Gazî pêk hat. Meşa bi sedan kes beşdar bûn bi daxuyaniya li ber malacem bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê girse ber bi Qereqola Gazî ve meşiya. Ciwanên li ser Cadeya Qereqola Gazî bend danîn rastî êrîşa polîsan hatin. Ciwanan bi keviran, molotofkokteylan û şûşeyên soda bersiv dan polîsan. Pevçûna di navbera ciwan û polîsan de didomin.
KARTAL
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Kartal êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar kirin, ji Koleja Ahmet Şîmşek a Kartal heta avahiya AKP’ê ya Kartal meşiyan. Koma li ber avahiya AKP’ê dawî li meşê anî diyar kir ku şoreşa Rojava ji bo tevayî gelên Rojhilata Navîn hêvî ye û hat destnîşankir ku wê tevayî hêzên şoreşger û demokrat di serî de Kobanê wê li rex têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bin. Piştî daxuyaniyê, girseyê çelenga reş danî ber avahiya AKP’ê.
BURSA
Rêxistina Bursa ya HDP’ê êrîşên çeteyên DAIŞ bi meşeke ji ber Qada Bajêr heta Qada Fomara şermezar kir. Di meşê de dirûşmaya, "Bijî berxwedana Kobanê" hatin gotin. Di meşa ku li ber Qada Fomara bi dawî bû, Serokê Rêxistina Bursa Nadîr Kirlar daxuyanî xwend. Kirlar got ku armanca êrîşên çeteyên DAIŞ ev e ku şoreşa Rojava û derfetên gelê Kurd bifetisînin.
ÇANAKKALE
Li Çanakkale jî Hêzên Ked û Demokrasiyê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bi daxuyaniya li ber Qada Gestaş a Îskele protesto kirin. Li ser navê komê endamê Rêxistina HDP’ê ya Çanakkale Şeyhmus Arslan daxuyanî da. Arslan got ku li Kobanê komkujiyek şermê ya li ser navê mirovatiyê tê kirin. Arslan got,"Parastina Kobanê parastina mirovatiyê ye.”