Li Silopiya ku 3 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, polîsan îro jî avaêtin ser malan.
Tevî malên Hevşaredarên Şirnexê û Hevserokên DBP'ê yên bajêr polîsan avêtin ser 10 malan û 3 kes kirin binçavan.
Polîsan avêtin ser malên Hevşaredarên Şirnexê Eylem Onûk û Serhat Kadirhan, Alîkarê Hevşaredaran Mûrat Kabûl, endamê Meclîsa Şaredariyê Kamîl Kulper, Hevserokên DBP'ê yên Şirnexê Salîh Gulenç û Zozan Anik, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Navendî Ramazan Ogûr, rêveberên DBP'yî Leyla Îşlek, Salîh Urek û Serokê ÎHD şaxê Şirnexê Emrîhan Ûysal.
Di serdegirtinan de Salîh Urek, Kamîl Kulper û Leyla Îşlek hatin binçavkirin û welatiyên din ji ber ku ne li malê bûn, nehatin binçavkirin.
Piştî komkujiya li Silopiyayê Meclîsa Gel a Şirnexê gotibû, "Ti ji wezîfedarên dewletê wê nikaribin me bi rêve bibin. Em wan nas nakin. Em ê xwe bi xwe bi rêve bibin." Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan jî bersiva "Wê bedela wê bidin" dabû.