Polîsan avêtin ser mala SGDF'yiyan

Polîsên tîmên taybet avêtin ser mala SGDF'yiyan û xwestin ciwanan li erdê dirêj bikin û li wan bixin. Polîsên ku biryara lêgerînê nîşan nedan, ji malê tiştek nebirin û çûn. Kesek nehat binçavkirin.

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) a di komkujiya li Pirsûsê de endam û rêveberên xwe ji dest da, rastî terora dewletê hat.

Polîsên tevgera taybet avêtin ser maleke endamên federasyonê ya li Fîkîrtepeyê. Tevî ku di destê wan de biryara lêgerînê tinebû jî polîsan xwestin ciwanan li erdê dirêj bikin û li wan bixin. Polîsên li malê lêgerîn kirin, bêyî tiştekî bi xwe re bibin, ji malê derketin.

Ji SGDF'yiyan Îlke Başak Baydar a di dema serdegirtinê de li malê bû ji ANF'ê re axivî û got, "Danê sibehê polîsên tevgera taybet avêtin ser mala me. Di destê wan de ti biryareke lêgerînê tinebû. Behsa tiştekî weke 'biryara daxwaza lêgerînê' heye kirin. Li ser îxbara 'li mala me molotof kokteyl tê çêkirin' hatine. Hewl dan me jî li erdê dirêj bikin, me li hemberî vê li ber xwe dan û hingî li me dan. Her tişt tevlîhev kirin. Di destê wan de biryareke binçavkirinê tinebû. GBT a mirovên li malê kirin. Xwestin em mora xwe deynin binê rapora lêgerînê. Me ev red kir."

Di dema lêgerîna tîmên taybet de de li malê Îlke Başak Baydar a di komkujiya li Pirsûsê de birîndar bû û Şerîfe Erbay amade bûn.