Polîsan avêtin ser avahiya rêxistina ESP a Îzmîrê

Polîsan avêtin ser avahiya rêxistina ESP a Îzmîrê. Di serdegirtinê de ku bi hinceta li yekê digerin pêk hat, yên li hundir bi fîlî desgîr kirin.

Polîsan avêtin ser avahiya rêxistina Partiya Sosyalîst ên Hejar (ESP) a Îzmîrê. Polîsên ku ragihandin li endamê ESP’ê Alî Haydar Keleş digerin, li avahiyê lêgerîn kirin. Di vê navê de polîsên ku rê nedan 8 kesên din ên li avahiyê bûn, derkevin, kontrola nasnameya wan kirin.

Di dema lêgerînê de Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît hate avahiya ESP’ê û bûyerên li herêmê şopand. Koçyîgît a li pêşiya avahiya ESP’ê daxuyaniyek kurt da, diyar kir ku li jor polîs bi kêfî lêgerînê dike, yên li jor in, bi fîlî destgîr kirine. Koçyîgît anî ziman ku li ber neheqiyê wê gav bi şûn ve neavêjin û got: “Em dev ji têkoşîna wekhev bernadin. Çi dibe bila bibe em ê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.”

Di dema Koçyîgît daxuyanî dida polîsan endamên HDP’î yên li pişt Koçyîgît dûr xistin.

Piştî lêgerîna polîsan û şûnde endama Desteya Rêveber a Meclîsa ESP’ê Gulçîn Taşkiran daxuyaniyek da û got: “Bi hinceta destgîrkirina Alî Haydar Keleş li avahiya me lêgerîn kirin. Tevî ku ne amade jî bû bi awayekî kêfî me ragirtin. Em ê li ber faşîzmê têkoşîna xwe bidomînin. Qet em teslîm nabin.”