Polîsan 2 rojên din ji bo binçavkirinên Taksîmê xwestin
Polîsan 2 rojên din ji bo binçavkirinên Taksîmê xwestin
Polîsan 2 rojên din ji bo binçavkirinên Taksîmê xwestin
Polîsan der heqê 60 kesên di dema lidarxistina forûma Piştgiriya Taksîmê de roja Duşemê girtin binçavan, 2 rojên din xwestin ku wan di binê çavan de bigirin.
Roja 8'ê Tîrmehê, li dû vebûna Parka Gezî li gel, Piştgiriya Taksîmê da xuyakirin ku ewê li parkê forûmê pêk bînin û park li ser vê yekê ji aliyê polîsan ve 2 saet berê hat girtin. Bi girtina parkê re di encama êrîşa polîsan de li gel, ji Şaxê Buyukkent a Stenbolê ya Odeya Mîmaran mîmar Mucella Yapici, Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Alî Çerkezoglû, Serokê Şaxê Stenbolê ya Odeya Muhendîsên Eleketrîkê Beyza Metîn, endamê Deseya Rêveber a HDK'ê Ender Îmrek, Ongun Yucel û Halûk Agabeyoglû, 60 kes hatin binçavkirin.
Dihat payîn, binçavkiriyan îro derxînin Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê. Lê belê hat hînbûn polîsan 2 rojên din ên ji bo binçavkirinê xwestine.