Polîsek jin ya Efxanî, li Midûriyeta Giştî ya Polîsan ya li Qabîlê şêwirmendekî “sivîl” yê NATO’yê biçekê kuşt.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, îro jinek ya bi unîformayên polîsên Efxan li biryargeha polîsan gule li şêwirmendekî ÎSAF’a NATO’yê ku navê wî nehate aşkera kirin reşand. Berdevkek yê ÎSAF’ê ragihand ku, şêwirmendê rakirine nexweşxaneyê rizgar nekirine.
Ji serê sala 2012’an û vir ve nêzî 60 leşkerên NATO ji aliyê kesên unîformayên polîsên Efxan li xwe dikin hatine kuştin. Ji ber van êrîşên di hundir de di navbera leşkerên biyanî û leşkerên Efxan de bêbaweriyek çêbûye.
NATO piraniya van êrîşan girêdayî cûdahiyên çandî kir, lê belê qebûl kir ku ji çaran yekê wê jî Telîban ketine nava hêzên ewlekarî yên Efxanîstanê. Mîsyona şer ya NATO’yê ya li Efxanîstanê di sala 2014’an de bidawî dibe.