Polîs êrîşî standên ji bo Ocalan hatine vekirin dike

Polîs êrîşî standên ji bo Ocalan hatine vekirin dike

Xwendekarên Zanîngeha Egeyê di çarçoveya kampanyaya Îmzeyan a ji bo Ocalan hatiye destpêkirin, rastî êrîşa polîsan hatin.

Xwendekarên welatparêz û demokratîk ên zanîngeha Egeyê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de stand vekirin. Polîsan êrîşî standê kirin.

Xwendekaran agahî dan ANF’ê û diyar kirin ku wan poster û afîş nedane polîsan û li Fakulteya Wêjeyê ne. Xwendekaran diyar kir ku ketin û derketina fakulteyê hatiye girtin û polîs ji bo êrîşî xwe amade dikin.