Polîs destpêkê hewilda bikuje, gelo piştre hat fîş bikêşe?
Polîs destpêkê hewilda bikuje, gelo piştre hat fîş bikêşe?
Polîs destpêkê hewilda bikuje, gelo piştre hat fîş bikêşe?
Xwendekarê dibistana Amadeyî Mustefa Elî Tombûl ê 16 salî ku li Tarlabaşiyê polîsan bombeya gazê li serê wî de û şikand, piştî li Nexweşxaneya Alîkariya Destpêkê a Taksîmê emeliyata mejî kir, derket holê ku du polîsên sivîl xwe weke xizmên Tombûl nîşandan û hewildan bikevin beşa çavdêriyê.
Di derbarê êrîşa polîsan ya li ser Mustefa Elî Tombûl agahiyên berfireh û pêşketinên girîng derdikevin holê. Ji rûniştvanên Tarlabaşiyê Dînçer Erdal dema ku Tombûl giran birîndarbû biçavê xwe dît, ragihand ku dema Tombûl xwest bireve esnafekê ew asteng kiriye, hevalê Tombûl Ozgur Karagoz yê ew rakirine nexweşxaneyê jî diyarkir ku, piştî emeliyatê du polîsên sivîl destpêkê ji wî re gotine em hevalên Mustefane û dema ku direw derket vêcarê gotin em xizmên Mustefa ne. Bûyerên ku rûdane Erdal û Karagoz ji ANF’ê re vegotin.
ESNAF NEHIŞT BIREVE
Mustefa Elî Tombûl yê sala 1997’an ji dayîkbûyî, ji bo seyahetê ji Îzmîrê hatî Stenbolê, berxwedana Parka Gezî bala wî kêşa. Tombûl dema ku bihîst dê park vebe bi hevalên xwe re hat Taksîmê, bi êrîşa polîsan re di carekê de jiyana wî hate guhertin. Ji ber bombeyên gazê û guleyên plastîk ên hêzên çevîk xwe li Tarlabaşiyê dît. Mustefa bi hevalên xwe re xwe avêtin kolana Kerestecî Recep lê dîsan jî ji hedefa polîsan xilas nebûn. Ji rûniştvanên Tarlabaşiyê Dînçer Erdal ku şahidiya êrîşê kir wiha got: “ Demjimêr derdora 23:00’an bû. Ji kolanên derdorê dengê bombeyêng azê bilind dibû. Di carekê de sê ciwan li ber min re borîn. Diyar bû ku ji mudaxeleyê di reviyan. Yek ji wana ji aliyê esnafeke jineke zerik a li otelê dixebitî hate asteng kirin. Jina ku milê wî ciwanî girt û destûr neda bireve.
NABZA WÎ LÊ NEDIDA, REŞA ÇAVÊN WÎ MEZIN BIBÛN
Hêjan min negotî çi dibe, yekîneyên hêzên çevîk ketin kolanê. Bê şiûr gule dibarandin. Nêzî 5 metreyî hedef li wî ciwanî girtin û bombeyên gazê avêtin. Bi teqîna bombeya gazê re ciwan kete erdê. Polîs li pişt xwe jî nevegerîn û çûn. Ez çûm gel wî û min ew bir nava kolanê. Hişên wî li serê wî nebûn, pişta serê wî gelek xwîn dihat. Hema di wê gavê de min agahî da hemşîreyeke nas. Mudaxeleya destpêkê wî kir. Ciwanê ku min zanî navê wî Mustefa Elî Tombûle, hevalê min ê hemşîre got, nabza wî na avêje û reşika çavên wî mezin bûne. Ez tucaran nebûme şahidê êrîşeke wiha dij-mirovî û dijminane.”
Kesekî din ê xwe avête nava kolanê jî hevalê Tombûl, Ozgur Karagoz bû. Karagozê ku di dema mudaxeleyê de Tombûl winda kir, got dema ku derdora wî hinek kes kombûne gelek tirsiya ye. Karagoz diyar dike ku, hema di wê demê de Taksiyekê radiwestîne û Tombûl dibe Nexweşxaneya Alîkariya Destpêkê ya Taksîmê û balê dikişîne ser ku, polîsan li vir jî ew şopandine. Karagoz got: “Dema ku em gihan nexweşxaneyê Elî rakirin emeliyatê. Rewşa wî pir nebaş bû, hestiyê pişta serê wî xuya dikir. Piştî emeliyateke serkeftî, dema ew birin beşa çavdêriyê, dukesên cilên wan sivîl hatin nexweşxaneyê.
BIRÎNDARKIRIN NEBES BÛ GELO HATIBÛN FÎŞÊ WÎ BIKÊŞIN
Ji peywirdarên nexweşxaneyê re gotin, ew dixwazin Elî bibînin. Di heman demê de em ketin navberê me jêre gotin hûn kîne. Dema ku gotin em hevalên wî ne, dema ku me jêre got em jî hevalên wî ne, zimanê xwe guhertin. Vê carê gotin em xizmên Elî ne. Wê demê me gûman ji van herdu kesan kir. Piştre me zanî ku, yek ji wana polîsê nexweşxaneyê ê din jî polîsek sivîl bû.”
Karagoz diyarkir ku, parêzerên Baroya Stenbolê hatin nexweşxaneyê û derbarê polîsan de girtek girtin. Karagoz destnîşan kir ku, “Diyar bû ku dema bihîstin emeliyat baş derbazbûye hatin nexweşxaneyê. Nebes bû birîndar kirin, gelo dixwestin fîşê wî bikêşin” bertek nîşanda. Karagoz aşkera kir ku, dê îro malbata Mustefa Elî Tombûl ji Îzmîrê were.