Polîs bi zanebûn gule berda Bûdak û li benda mirina wî sekinî

Fahrettîn Bûdak ê ji aliyê polîs ve li Amedê hat qetilkirin, derket holê ku bi zanebûn hedef hatiye girtin. Şahidê bûyerê diyar kir ku polîs Bûdak bi birîndarî li erdê hiştiye û li bendê maye bimire.

Li gorî nûçeya DÎHA'yê, Fahrettîn Bûdak ê li taxa Kaynartepe ya navçeya Amed Rêzanê dima, ji aliyê polîsê tevgera taybet ve hedef hatiye girtin û hatiye qetilkirin.

Şahidê bûyerê Huseyîn Mecat ê 30 salî, ku di dema bûyerê de li cem Bûdak bû diyar kir ku piştî pevçûna di navbera polîs û ciwanan ya li Rêzan de ciwan li nava kolanan belav bûne. Mecat anî ziman ku saet di derdora 23.30-24.00'an de tîmên taybet bi wesayîtên zirxî di nava taxê de geriyan û raste rast bombeyên gazê avêtin taxê. Mecat da zanîn ku Bûdak jî ji bo bûyerê fêr bibe ji mala xwe derket ber derî û polîsan welatiyên derve belav dikirin.

Mecat bilêv kir ku piştî dengê çekan hat careke din vegeriyan cihê bûyerê û dîtin ku Bûdak li erdê ye û di vê demê de nebzê wî diavêt. Mecat destnîşan kir ku bi lezgînî bang li ambûlansê kiriye lê polîsan destûr neda ambûlans bê û ji cihê bûyerê dûr xistin. Mecat diyar kir ku polîs 25 deqeyan li ser serê Bûdak sekînin û li erdê bi lempeyên dest qalikên guleyan komkirin û piştre ji kolanê derketin.

Mecat da xuyakirin ku piştî polîs ji cihê bûyerê çûn bi wesayîta taybet Bûdak birin Nexweşxaneya Taybet a Rezan û polîsan hem ambûlans asteng kir û hem jî destûr nedan ew ji taxê derbikevin. Mecat anî ziman ku ji du nuqteyan vegeriyan û piştre di nava kolanan de derbas bûn û çûn nexweşxaneyê. Mecat da zanîn ku li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxeleyan Bûdak jiyana xwe ji dest da.

Bûdak bi 3 guleyan jiyana xwe ji dest da û li pey wî 3 zarok û hevserek lal ma. Hate zanîn ku Bûdak bi erebokên destan debara xwe dikir.