Polêsan vê carê bi lêdanê kor kirin
Polêsan vê carê bi lêdanê kor kirin
Polêsan vê carê bi lêdanê kor kirin
Polêsên Tirk, ku li çar aliyên welêt terorê dimeşînin, vê carê li Sarigazî ya Stenbolê bi lêdanê çavê bavê du zarokan Hakan Yaman ê 37 salî kor kirin û dûre ew avêtin nava agir. Li gel korbûna çavekî, pişt û milê Yaman şewitî û li beşa lezgîn a nexweşxaneyê tê dermankirin. Malbata Yaman giliyê pênc polêsan kir.
Ajokaê servîsê Hakan Yaman, mîna her roj di 3'ê Hezîranê de jî ji bo dest bi kar bike ket ser rê, lê ji bûyerên bê serî wê, bêhay bû. Saet di 23.30 de di dema derketina ji kar de, gava li kolana demokrasî ya taxa Înonu dimeşiya, hêzên taybet ên polêsan ji nişka ve derketin pêşberî.
EW KAŞ KIRIN Û AVÊTIN NAVA AGIR
Birayê Hakan Yaman Alî Haydar Yaman bûyerê weha tîne ziman: "Birayê min ji wan re got, ez li vê kolanê rû dinêm, lê belê li wî guhdarî nekirin. Polêsên bi hêrs li dora wî civiya bûn, bi ling û mertalên xwe heta ji wan hat li wî dan. Ev jî têra polêsan nekir û yek ji van polêsan birayê min kaş kir û bir avêt nava agirekî li nava kolanê dadabû. Şêniyên taxê yên dîtin birayê min di nava agir de li gel birînên xwe yên giran hewl dide xwe rizgar bike, ew derxistin û bi wesaîtê birin Nexweşxaneya Herêm ya Sarigazî û ji wir jî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kartal."
POLÊS Û DOKTORAN HEWL DAN WEKE QEZAYÊ NÎŞAN BIDIN
Yaman da xuyakirin ku gava hevsera Hakan Nîhal li wî geriya, ez pê hesiyam ku li nexweşxaneyê ye û got, "Min hevsera wî girt gel xwe û em çûn beşa lezgîn a nexweşxaneya Kartalê. Gava min ji doktor û polêsên li wir rapor dinivîsand pirsî ka çi bi serê birayê min hatiye, wan ji min re gotin qezay e. Dûre ez bi birayê xwe re peyivîm, wî got pênc polêsan li wî dane. Polês û doktoran li hundurê çavên min nêrîn û derew li min kirin. Di encama muayena li wê derê de çavê çepê yê birayê min kor bû. Her weha derket holê ku hestiyê serê wî şikestiye û li pişt û milên wî jî şewat çê bûye."
Yaman diyar kir ku birayê wî di 5'ê Hezîranê de operaysona mejî derbas kiriye û niha li beşa operatorên plastîk tê ragirtin.
EV HOVÎTIYEKE
Alî Haydar Yaman da xuyakirin ku birayê wî tevlî ti bûyeran nebûye, ji kar vedigeriya malê û got, "Lê hema hûn bêjin tevlî bûyerê bûye, gelo ev yek dibe sedemek ji bo were korkirin? Bibin qereqolê. Lê lêdana heta mirinê tê çi wateyê? Ev hovîtiyeke. Tevî ku birayê min gelek caran ji wan re got ew li vir rûdinê û diçe malê, ev zilm çima? Gelo kiyê çavê çepê yê birayê min vegerîne?"
Yaman da xuyakirin ku wî giliyê polêsan kiriye û ewê vê bûyerê her bişopîne.