Polêsan dest li çalakiya Kizilayê werdan
Polêsan dest li çalakiya Kizilayê werdan
Polêsan dest li çalakiya Kizilayê werdan
Bi hezaran kes, bi boneya piştgiriyê bide çalakvanên Parka Geziyê, li hev kom. Piştî girse li hev kom bû, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kir. Polisan bêyî girsê hişyar bike mudaxale kir û xwest girsê belav bike. Bi mudaxaleya polîsan re bûyer derket.
Bi hezaran kesên li Qada Kizilaya Enqereyê kom bûn ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Parka Geziyê ji serê sibê heta êvarî çalakî pêk anîn. Girseya ku li qadê kom bû bê navber siloganên "Her der Taksim her der berxwedan" berz kirin û heta êvarî li qada Kizilayê rawestiyan. Di saetên êvarî de polîs bêyî hişyariyê bike bi TOMA'yan ava şit avêt ser girsê. Polîsan hem bi avaşit û hem jî bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir û pevçûn derket. Ji ber polisan zêde gaz bikar anî gelek kes ketin bin bandora bombeyên gazê. Gelek welatî bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Piştî muaxaleyê kolanên diçin Kizilayê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Hat ditin ku hin maşîneyên TOMA yên ji Wan û Ezriromê hatine hene. Çalakî di nava kolanan de didome.