Platforma Yekitiya Hêzê: Dê hesabê komkujiyên Kanûnê bê pirsîn
Platforma Yekitiya Hêzê: Dê hesabê komkujiyên Kanûnê bê pirsîn
Platforma Yekitiya Hêzê: Dê hesabê komkujiyên Kanûnê bê pirsîn
Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk li Almanya, der barê komkujiyên di meha Kanûnê de daxuyaniyek da û got, "hesabê komkujiyan dê were pirsîn."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk di salên cuda de di meha Kanûnê de mora xwe avêtiye binê 3 komkujiyan û bal hat kişandin ser "operasyonê vemirandina jiyanan" a 19'ê Kanûna 2000'î ya li girtîgehan.
Der heqê vê operasyona li hemberî 22 girtîgehan de ku di encamê de 28 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, wiha hat gotin: "Di vê operasyona bi armanca vemirandina jiyanan de li dijî girtiyan her şêweyên çekan û madeyên kîmyewî hatin bikaranîn, girtî bi awayekî zindî hatin şewitandin. Bi sedan girtî birîndar bûn û seqet man. Li dijî vê operasyona ji bo şikandina vîna girtiyên şoreşger, girtiyan li zîndanan bi lehengî li ber xwe dan. Nîşan dan ku bi zorê bibin girtîgehên tîpa F'yê jî dê vîna wan teslîm neyê girtin."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Emê 111 canên xwe yên di Komkujiya Mereşê ya 19-26'ê Kanûna 1978'an de ti carî ji bîr nekin" û hat destnîşankirin ku dewlet di şûna dayîna hesab de, kujer xistiye meclîsê û bi vî rengî xelat kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an re dewlet careke din li ser sûc hatiye zevtkirin û hat gotin, "Berpirsyarên komkujiya Roboskî dewlet û desthilatdariya wê AKP ji dayîna hesab direvin. Malbatên Roboskiyî jî lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin."
Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk got, "Dewleta Tirk bi dewamî qetil dike, em têkoşînê bilind bikin hesab bipirsin" û qetilkirina 3 Kurdan li Geverê bibîr xist.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di salvegerên komkujiyên 19'ê Kanûnê li hemberî girtiyên şoreşger, li Mereşê li hemberî gelê me yê Elewî û li Roboskî li hemberî gelê me yê Kurd de, girtîgeh bi girtiyên polîtîk dagirtîne, girtiyên nexweş ji bo mirinê hatine ferikandin. Zextên li hemberî Elewiyan û heqaretên li baweriyên wan dewam dikin. Êrîşên li dijî gelê Kurd bêdawî dewam dikin." Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk bang li her kesî kir ku ji bo hesabpirsîna komkujiyên 19'ê Kanûnê, Mereş û Roboskî, dakevin qadan.