Komîteya Xwedîderketina li Efrînê ya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Tirkiye bi êrîşa xwe ya li dijî Efrînê re siyaseta xwe ya şer didomîne. Hikumeta AKP-Erdogan, tifaqa xwe ya şer a bi hêzên neteweperest-paşverû kiriye, roj bi roj siyaseteke dijwar a şer dimeşîne. Bi belavkirina şer, mirin û hilweşandinê li cih û civakên cuda re dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê li pêşberî vê rewşê bêdeng nemînin û hat destnîşankirin, ew gotinên Tirkiyeyê ku Rojava û Efrînê li dijî xwe weke gef dibînin û nîşan didin rast nabînin û hewldana dagirkeriyê red dikin.
Platformê bi bîr xist ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de Efrînê li dijî hemû êrîşên cîhadîst li ber xwe da û malovanî ji hezaran mexdûrên şer re kir.
Di daxuyaniya platformê de hat destnîşankirin ku êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Efrînê êrîşa li dijî gelan e û hat bi bîr xistin ku di vê êrîşa bi balafirên şer dest pê kir de herî zêde zerar li sivîlan bû.
Hat ragihandin, ev hewldana dewleta Tirk a otorîter hem êrîşa li dijî vîna gelan e hem jî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve sûcê şer e û hat gotin, "Rêveberên dewleta Tirk ên ku ev şer dan destpêkirin, dema ku şert û mercên polîtîk guncaw bûn, wê ji ber vîs ûcê xwe bên darizandin."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "DYA, Rûsya û welatên Ewropayê hevparê vî sûcê li dijî gelên Rojava ne. Dewletên emperyalîst divê tavilê dawî li hesab, lîstik û siyasetên xwe yên qirêj ên li ser paşeroja gelên me bîne.
Divê dest ji firotina çekên li dijî gelê me tên bikaranîn, mîna panzerên Leopoard ên Elman werin berdan û pêşî li bikaranîna van çekan bê girtin. Di serî de Elmanya, em ji gel û demokratên li Ewropayê dixwazin ku helwestê li hemberî hikumetên xwe nîşan bidin.
Em bang li hemû hêzên enternasyonalîst, gelên me, şoreşger û demokratan dikin ku li ber vê siyaseta şer a ku bloka faşîzan rabin. Weke sazî û rêxistinên ku navê wan li jêrê hene, mîna dema berxwedana Kobanê, em ê li dijî hewldana dagirkeriya Efrînê jî bi birdarî, timî û bi rengekî encamgir têbikoşin. Em bang li gelên xwe dikin ku di vê demê de xwedî li Efrînê derkevin û têbikoşin."
Rêxistinên cihê xwe di nava platformê de digirin:
KCDK-E - Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê
TJK-E - Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê
PYD - Ewropa
YNK - Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê
Tevgera Goran
PJAK Ewropa
KSDP Iraq - Partiya Sosyalîst a Kurditanê - Iraq
HDK-E (Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê)
Tevgera Nûjenî ya Kurdistaniyên li Sûrî
Yekgirtû Îslamî Kurdistan
Komelî Îslam Kurdistan
Hizbî Komunîstî Kurdistan - Başûr
Partiya Yekîtî ya Kurdên Sûriyeyê (El Wehda)
Partiay Demokrt a Pêşverû ya Kurdên Sûriyeyê - PDPK-S
Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê - El Partî
Kongreya Gel a Mezopotamyayê (Asûrî-Suryanî)
Komela, Saziya Kurdistaniyan Partiya Komunîst a Îranê
P.D.K.S (Partiya Demoqrata Kurdên Sûriyeyê)
ATÎF (Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê)
BAF (Forûma Aştiyê ya Ewropayê li dijî Dîktatorî û Şer li Ewropayê)
DÎDF - Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk
ADHF - Federasyona Gelan a Demokratîk li Ewropayê
AvEG-KON
Ciwanên Azad û Jinen Ciwanên Azad
PÎK - Partiya Îslamî ya Kurdistanê
KKP - Partiya Komunîst a Kurdistanê
E.S.U Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê
Jinên Nû
YDG - Ciwanên Demokratîk ên Nû
SKB - Yekîtiya Jinên Sosyalîst
Platforma Zagros ( Rojhilat)
FEDA - Federasyona Elewiyan a Demokratîk
CÎK - Civaka Îslamî ya Kurdistanê
NAV-YEK - Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê
YXK (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê)
Meclîsa Êzidiyên Şengalê
Cîhaneke lê bê jiyîn
Gesellschaft zur Unterstuetzung demokratischer bewegung Iran
Deutsch-Iranischer Freundschaftsverin
MDDK - Kongreya Guhertinê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (Asûrî)
ADEF (Federasyona Yekîtiyên Dersimê ya Demokratîk li Ewropayê)
SYKP - Partiya Jinûve Avabûnê ya Sosyalîst
FDG (Federasyona Komeleyên Dersimê li Ewropayê)
Partiya Çep û Keskan li ewropayê
Partiya Şoreşger li Ewropayê
FÎDEF (Federasyona Komeleyên Karkerên Elmanya Federal)
NOR-ZARTOK Ewropa
Platforma Derya Reşiyên li Ewropayê
YS / Young Struggle
Hewldana Mereşê li Ewropayê
Meclîsa Sirgûniyên li Ewropayê
Însiyatîfa Kurecikiyên li Ewropayê
Jinûve Avakirina DersiMê
Platforma Dengê Girtiyan
Eniya Azadî û Kedê - Enternasyonal