Platforma Piştevaniya Taksîmê roja şemiyê li Taksîmê ye

Platforma Piştevaniya Taksîmê roja şemiyê li Taksîmê ye

Platforma Piştevaniya Taksîmê bi mebesta protestokirina serbestberdana polîsê ku Sarisuluk qetil kir û û ji bo berxwedêren hatibûn girtin werin berdan wê 29’ê Hezîranê rojê şemiyê li Taksîmê daxwaza edaletê bike.

Platforma Piştevaniya Taksîmê ya ji nêzî 120 pêkhateyên ku tevlî Berxwedana Parka Gezî pêk tê roja şemiye çalakiyên xwe berdewam dike.

Platforma piştevaniya Taksîmê, li hemberî serbestberdana polîsê ku Ethem Sarisuluk qetil kir, ji aliyê desthilatdariyê ve parastina berpirsiyarên cinayet û êşkencekaran,  dîsa li hemberî  xwedîderketin û teşwîqkirina êrîşên polîsan ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve û ji bo operasyonên ku li hemberî berxwedêran berdewam dikin, wê daxwazên xwe yên edaletê bînin ziman û dengê xwe bilind bikin.

Platforma Pîştevanîya Taksîmê , 29’ê Hezîranê roja şemiyê saet 19.00’an wê li Taksîmê aktîvîteyeke mezin li dar bixe û ji ber vê banga tevlîbûnê kir.

Di 1’ê Tîrmehê roja duşemê di navbera nîvro de jî der barê berpirsiyarên şîddeta polîsan jî li Edlıyeya Çaglayan wê bı awayekî girseyî gilî were kirin.  Ji bo xwedîderketina li berxwedêran jî wê “Eger ev sûc be me jî sûc kiriye” bê gotin.