'Platforma Kurdên Anatoliya Navîn' xebatên xwe berfireh dike
'Platforma Kurdên Anatoliya Navîn' xebatên xwe berfireh dike
'Platforma Kurdên Anatoliya Navîn' xebatên xwe berfireh dike
'Platforma Kurdên Anatoliya Navîn' ku di dema hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ji bo destekê bide HDP û DBP'ê ji aliyê Kurdên Anatoliya Navîn ên li Ewropayê ve hat avakirin, di civîna xwe ya li Swêdê de biryar da ku xebatên xwe berfireh û zêdetir bike.
Platforma ku beriya hilbijartinên herêmî ji aliyê komeke ji Kurdên Anatoliya Navîn ve li Danîmarkayê hat avakirin, biryar dabû ku xebatên xwe bi hilbijartinan re bisînor neke û piştî hilbijartinan jî xebatên xwe bidomîne.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn, ku di civîna 2. a li Elmanya de berdevkê xwe hilbijart û komîsyonên xwe ava kir, biryar dabû ku li welatên Kurdên Anatoliya Navîn lê dijîn, civînan lidar bixe.
Di vê çarçoveyê de civîna destpêkê li paytexta Swêd Stockholmê pêk hat. Di civîna ku Berdevkê Platformê Şevket Bakan jî lê amade bû de, ji bo sazîkirina xebatên platformê hin rêze biryar hatin stendin.
Di civînê de hat ragihandin ku Kurdên Anatoliya Navîn bi windakirina nasname û hebûna xwe ya neteweyî re rû bi rû ne û hat destnîşankirin, ku ji bo parastina hebûna çandî û dîrokî ya Kurdên Anatoliya Navîn pêwîstî bi platformeke bi vî rengî hatiye dîtin.
Biryar hat dayîn ku ev rêxistinbûyîn di nava demê de veguhere şêweyê komele, weqf yan jî meclîsê.
Platformê her wiha biryar da, ku ji bo nirxandina rewşa gelan, xebateke lêkolînê ya akademîk bê destpêkirin û hat diyarkirin, ku xebateke bi vî rengî wê tevkariyê li pêvajoya aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bike.