'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ava bû
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê 'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ava bû.
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê 'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ava bû.
Nûnerên saziyên sivîl, rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen û hiqûqnas li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê li hev rûniştin û ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê, platformek ava kirin.
'Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' ji bo bersiv ji daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin, wê li Ewropayê karê dîplomatîk û siyasî bike.
Pêkhateyên Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê diyar kirin ku ne dewleta Tirk, ne jî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ji bo bicihanîna daxwazên çalakgerên gihaştine asta krîtîk tiştek kirine. Platform wê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên nobedê organîze bike û li bajarê Kolnê jî meş û mîtîngeke navendî organîze bike.
Hevseroka SYKP a Ewropayê Dûygû Yildiz bi navê Platformê daxuyanî da û got, "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Standartên CPT'ê û raporên li ser Tirkiyeyê hatine amadekirin li pêş çavan e. Tevî ku Tirkiye li gorî van standartan tevnagere, CPT tiştekî nake."
Di dewama axaftina xwe de Yildiz got, "Mixabin çalakgerên greva birçîbûnê ji xeta sor derbas bûne. Di her kêliyê de dikarin jiyana xwe ji dest bidin. Pêşîgirtina li mirina mirovan bi bicihanîna daxwazên wan dibe. Platforma me plan dike ku hem bi CPT re, hem jî bi siyasetmedar û rayedarên hikumeta Elman re hevdîtinan bike. Her wiha bi rayedarên saziyên hiqûqa navneteweyî re jî wê pêwendiya me hebin. Em bang li raya giştî ya Elman dikin ku piştgiriyê bide platformê û ji bo pêşî li mirina mirovan bê girtin bikeve nava liv û tevgerê. Dem kêm e. Werin em bi hev re bikin ku Leyla Guven û hevalên wê bijîn."
Sazî û kesên di nava platformê de cih digirin:
KCDK-E
NAV-DEM
ATÎK
SYKP
AABF
AvEG-KON
SKB
YOUNG STRUGGLE
ADHK
PARTÎZAN
ÇEPA KESK
HDP
HDK ELMANYA
YJK-E
ANATOLIYA NAVÎN
ÎNSIYATÎFA KURECIKIYAN
PARTIYA ŞOREŞGER
HEWLDANA MEREŞIYAN
FEDA
KURD AKAD
ÎNSIYATÎFA DEP'IYAN
PLATFORMA JI NÛ VE AVAKIRINA DERSIMÊ
ÎNSIYATÎFA LAZ
ASÛRÎ-SURYANÎ
PARLAMENTERÊN HDP'Ê
ERTÛGRÛL KURKÇU
NÛRSEL AYDOGAN
BESÎME KONCA
HASÎP KAPLAN
AHMET YILDIRIM
HAYKO BAGDAT
NAZAN USTUNDAG
ÇETÎN GURER
KCD-HATÎP DÎCLE