Platforma hilbijartinê ya eyaleta Dusseldorfê hate avakirin

Gelek saziyên li Kolnê kombûyî ji beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê platforma hilbijartinê ya eyaleta Dusseldorfê ragihand.

Navendên Civaka Kurd a Demokratîk, HDK, AGİF, Meclîsa Jinên Kurd , SKB, Porz AKM, ADHK, ATİF, FEDA, CÎK,Hewldana Maraş û Cîhaneke lê bê jiyîn ên li Dusseldorf, Koln, Bonn û derdora Elmanyayê xebat didin meşandin, li Kolnê kom bûn û platforma hilbijartina eyeletan ragihandin. Ji beriya hilbijartinê ji bo berê gel bi giresyî bide hilbijartina 24’ê Hezîranê ya ji bo serokkomartiyê, wê xebatek çawa biin meşandin wê platform di 1’ê Gulanê de starta xebatan bide destpêkirin.

Komîteyên Semtan ên hatin amedekirin da ji bo hilbijartina ti kes bê qeyd nemîne û ji bo her kes heta roja dawî 12’ ê Gulanê qeydên xwe çêke xebat bidin meşandin. Ji bo çavdêrkirina sindoqan jî wê li her qadê çavdêr bên amade kirin. Wê heta roja hilbijartinê serdana malan bê kirin, li semtan standên agadarkirinê bên danîn, ji bo sûd ji medyaya civakî bigirin tîmek a medyaya civakî jî hate afirandin. Her wiha platformê ji bo van hemûyan navendek a bangkirinê jî avakirin.