Platforma Demokratîk a Îranê ji bo piştevaniya gelê Belûç bang kir

Di daxuyaniya Platforma Demokratîk a Îranê hate gotin: "Sekna hêja ya gelê Belûç a li herêma Serawan nîşan dide ku têkoşîna rizgarîxwaziya gelên bindest, faktora bingehîn û diyarker a di pêşvebirina şoreşê ya li Îranê ye."

Platforma Demokratîk a Îranê bi daxuyaniyekê êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî gelê Belûç bi şermezar kir û ji gelên li Îranê xwest ku piştevaniya gelê bindest ê Belûç bikin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Em ji vîna rizgarîxwaziya gelê Belûç re silavekî şoreşgerî pêşkêş dikin, êrîşên serkutger ên rejîma dagirker ê Komara Îslamî ya li hemberî gelê Belûç jî bi tundî şermezar dikin.

Ji hemûyan re eşkere ye ku rejîma Komara Îslamî li ser esasê serkut û înkarkirina daxwazên neteweyên bindest ên li Îranê yên mîna gelê Belûç xwe damezirandiye. Hê ji destpêkê ve dewlet neteweya Îranî û di her du demên desthilatdariya Pehlewî de, hemwext li gel serkutkirina gelên din ên bindest ên li Îranê, gelê Belûç jî bi tundtirîn serkutgeriyan re rû bi rû maye û di aliyên cûr bi cûr yên mîna çînî, mezhebî û hwd. de bûye şahidê serkutgeriyên berfireh. Komara Îslamî di nava 42 salan de çendîn qat ji yên beriya xwe zêdetir sîbera xwe ya nehs xistiye ser gelên bindest, jin û kedkaran û serkut kiriye. Siyaseta zilm û serkuta li ser gelê mezlûm ê Belûç jî pir zêde bûye. Cînayetên rejîmê yên didomin li Serawanê carekî din lûtkeya hovîtiya Komara Îslamî raxistiye ber çavan û careke din îsbat kiriye ku dewlet neteweya Îranî di nav cilê mezhebî û ne mezhebî de dijminê daxwazên mafdar ên gelan yên mîna gelê Belûç e.

Ji aliyê din ve têkoşîn û berxwedana domdar a neteweyên bindest yên mîna gelê Belûç ya li hemberî dewleta faşîst a Îranê, bi taybetî sekna hêja ya gelê Belûç a li herêma Serawanê nîşan dide ku têkoşîna rizgarîxwaziya neteweyên bindest di pêşvebirina şoreşê ya li Îranê faktorên bingehîn û diyarkerin. Rejîma kujer a Komara Îslamî ji her hêzê zêdetir ji vê îradeyê tirsiyaye û hewl dide bi hemû hêza xwe ve wê serkut bike.

Di dawiyê de wek Platforma Demokratîk a Îranê, bi piştgirîdaya tam em ê li rex têkoşînên gelê Belûç bin, cînayetên Komara Îslamî ya li Serawanê jî şermezar dikin û ji hemû gelên bindest, azadîxwaz, saziyên mafê mirov û ragihandinên demokratîk û azadîxwaz dixwazin ku piştgiriyê bidin gelê Belûç û cînayetên Komara Îslamî yên li Serawanê eşkere û şermezar bikin."