''Platforma Demokrasiyê ya Ewropa'' dîroka çalakiyan eşkere kir

Piştî darbeya dewleta Tirk a li ser sê şaredariyên mezin li Ewropayê platformeke nû ya berxwedanê hate avakirin. Platforma Demokrasiyê banga tevgera lezgîn kir û teqwîma çalakiyê ragihand.

Saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê li dijî darbeya li ser şaredariyên HDP'ê ji bo têkoşîna hevpar bidin, gava pêşî ya yekîtiyê bi navê Platforma Demokrasiyê avêtin.

Helwesta li dijî desteserkirina faşîzma AKP-MHP'ê ya sê şaredariyên mezin ên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê didome.

Bi vê mebestê nûnerên saziyên koçberên li Ewropayê û sirgûnên polîtîk ên Kurdistanê û Tirkiyê li Berlînê ya Elmanayê ji bo rewşê binirxînin û tevdîrên lezgîn bigirin civîn danîn.

SAZIYÊN BEŞDAR

Di civînê de ya li Komeleeya Azad a Civaka Kurdistaniyan nûnerê ji 40 zêdetir saziyan hazir bûn. Nûnerên KCDK-E, KOM-MED, HDP Elmanya, Nûnerê AVEG-KON, HDK Berlîn Brandenbûrg, Yekîtiya Sûryaniyên Ewropayê, ATÎK, ATÎF, DÎDF, Cemeata Kurdên Brandenbûrg Berlînê, KKP'ê, SKYP, ADHK'Ê û AGEB'ê hazir bûn.

'BÊDENG NEMÎNE, RABE SER PIYAN'

Di civînê de bang hate kirin, ''Li dijî faşîzmê bêdeng nemîne, rabe ser piyan''.

PLANSAZIYA ÇALAKIYÊ

Plansaziya çalakî û bernameyên Platforma Demokrasiyê:

''Koonfederasyona Yekîtiyên Elewî yên Ewropayê 23'yê Tebaxê li ber sefaretxaenyên Tirk wê çelengên reş deynin.

24'ê Tebaxê her kes wê tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî qeyûm ên KCDK-E'yê bibe.

24'ê Tebaxê li Dresdenê wê xwepêşdana antîfasîst çêbibe. Wê têkilî bi organîzatoran re were danîn û heke mafê axaftinê were standin, êrîşa qeyûm wê were têşîrkirin.

Wê xwedî li çalakiya hashtagê ya Berxwedana Dijî Darbeyê were derketin û hemû beşdar wê vê çalakiyê berbelav bikin.

27'ê Tebaxê Sêşemê ji bo raya giştî ya navnetewî bi zimanên cuda wê çalakiyên hashtagê werin kriin. Ên ku dixwazin sûdê bidin koma medyaya sosyal  dikarin tevlî komê bibin.

Her heftî roja Çarşemê wê çalakiyên hashtagê werin kirin ku sazîyên cuda û siyasetmedaran bikin hedefa xwe.

26-27-28'ê Tebaxê wê çalakiyên konên navendî werin danîn. Li konan wê Amed, Mêrdîn û Wan bidin anskirin.

29'ê Tebaxê li qadan, li derdora şaredariyan û li Brûkselê li dora PE'yê wê çalakiya zincîrê were kirin. Li qadên xwecih pêkhateyên platformê wê werin cem hev û plansaziya xwe li gorî xwe bikin.

Wê danezanên bi zimanên cuda yên HDP'ê werin belavkirin.

27 û 28'ê Tebaxê li hemû qadan bi şaredariyan re wê hevdîtin werin kirin û were xwestin ku li dijî qeyûman daxuyaniyê bidin.

Li ber Konseya Ewropayê (KE) li Strasboûrgê 4-5-6'ê Tebaxê wê çalakiya rûniştinê ya 2 rojî were kirin. Li gorî bernameya parlamentoyê wê dîrok werin danîn. Wekîl û hevşaredarên sirgûn û nûnerên saziyan wê tevlî vê çalakiyê bibin. Dema çalakiyê wê şande werin avakirin û bi saziyên KE'yê re hevdîtin werin kirin. Destpêkê wê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayin.

1'ê Îlonê, li hemû welatan wê bi dîtbariyan êrîşa faşîzmê û qeyûmê were teşîrkirin.

Ji bo ku bi kampanyaya TJK-E'yê re hevkarî were danîn, bi rêxistinên jinan re wê hevdîtin werin kirin.

Di heftiya duyan a Îlonê de bi Kurdî û Tirkî wê bernameyên TV'yan werin çêkirin.

Ji bo şandeyeke xurt bişînin çalakiyên 1'ê Îlonê yên li Kurdistanê her sazî bi têkiliyên xwe wê hevdîtian bike. Koordînasyona şandeyê di ser HDP Elmanya re wê were kirin.

Wê hewl were dayin ku siyasetmedarên Parlamentoya Ewropayê û welatên din bi hevkarî şandeyekê çêbikin û serdana şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê bikin, Platforma Demokrasiyê li her deverê were danîn.''