Plana li hemberî Efrînê

Rejîma Erdogan rejîmeke têkçûyî ye. Dixwaze li Efrînê xwe xilas bike, lê belê wê li Efrînê biqede. Kobanê çawa bû gora Baxdadî, wê Efrîn jî bibe gora Erdogan! 

Serokkomarê Tirk Erdogan roja şemiyê plana qirêj a dewleta Tirk careke din eşkere kir. Li gorî gotinên Erdogan, dewleta dagirker wê di nava hefteyekê de êrişî Efrîn û Minbicê bike. Dewleta Tirk, ne tenê li Efrîn an Rojava, eger ji dest were nahêle Kurd li ti deverê kêliyek biçuk jî bijîn. Lê ji destê wan nayê. Kurd êdî bi hêz û rêxistinbûyina xwe sîstema dagirkeriyê dihejînin.

Lê bêguman maneyeke van gotinên Erdogan heye. Divê li ser were rawestandin. Erê, dewleta Tirk dixwaze êrişî Efrînê bike, lê heta niha ew firsend nedîtine. Niha bi van gotinên dawî dixwaze reaksiyonên hundir û derve bipîve.

Yek; Dixwaze gel bide tirsandin, gelên li herêma Efrînî dijîn, her wiha Şehba û derdorê, dîsa Minbic û heta Kobanê, gel bitirse, berê xwe bide sînorê Tirkiyeyê. Herêm were valakirin, tevlîhevî çêbe. Yanê şerê psikolojîk dide meşandin. Dixwaze herêmê vala bike û firsenda êrişê bi dest bixe. Ku êriş nebe jî li wir sîstemek çênebe. Her wiha hilbijartin pêk neyên, motîvasyona Kurdan û hêzên Suriye ya Demokratîk a ji bo Sûriye ya nû were belavkirin.

Her wiha Erdogan bi van daxuyaniyan dixwaze refleksa hêzên navneteweyî bipîve. Bi awayekî veşartî, ji bo êrişa li hemberî Efrînê bi Rusya, Emerîka, Îran û her wiha bi rejîma Şamê re hevdîtinan dike. Lê belê wisa xuya ye ku di van hevdîtinan de encam negirtine yan jî hêviya wan dewam dike. Bi vê peyamê re eşkere dixwaze binêre ka ev hêz çi dibejin. Ji ber ku bêyî Rusya û Îranê Erdogan nikare li Sûriyeyê gavekê jî baveje.

Di şer de ti hêz, dîroka êrişkirinê ji dijberê xwe re eşkere nake. Erdogan dibêje; ‘Em ê din nava hefteyekê de êriş bikin.’ Gelo bi nezanî vê yekê dibêje? Bêguman na. Ji ber ku li gorî xwe hin plan çêkirine.

Eger destûr ji Îran û Rusya girtin wê êriş bikin. Eger negirtin jî ji bo ku gotina wan li erdê nemînin dibe ku hin topan bavêjin, teqînan çêkin. Lê wisa xuya ye ku bi taybet li Şehba, Minbicê hin kom amade kirine. Hêviya xwe bi van ve girêdaye. Dibe ku teqînek an jî tişteke wisa bikin. Ji ber vê yekê hişyariyeke mezin pêwist e.

Baş e di her rewşê de li hemberî vê plana dagirkeriyê divê çi were kirin?

Rayedarên siyasî û leşkerî yên Efrîn û Rojava bersiv dan vê pirsê. Li hemberî dagirkeriya Tirk; Berxwedan. Rewşa heyî ji xwe rewşa berxwedanê ye. Li herêmê kes guh nade gefên Erdogan û welatê xwe naterikîne. Lê mijara Efrînê ne tenê Efrîn e!

Plana dagirkeriya Efrînê plana dagirkeriya hemû Kurdistanê ye. Ji ber vê sedemê, êrişa li hemberî Efrînê ne tenê derdê gelê Efrînê ye. Hemû Kurd, hemû dinya çawa li hemberî êrişa li dijî Kobanê rabûn lazim e zêdetir ji bo Efrînê jî rabin. Li benda êrişê neminin, piştî ku êrişê dest pê kir na, divê niha ev nerazîbûn were nîşandan. Piştî ku êrişê dest pê kir dibe ku dereng bibe.

Dawiya dawî; rejîma Erdogan rejîmeke têkçûyî ye. Dixwaze li Efrînê xwe xilas bike, lê belê wê li Efrînê biqede. Kobanê çawa bû gora Baxdadî, wê Efrîn jî bibe gora Erdogan!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA