PKK û PAJK’iyên girtî: Divê ‘Kampanyaya NA’ bê mezinkirin
PKK û PAJK’iyên girtî, ji bo referandûmê banga xurtkirin û bilindkirina ‘Kampanyaya NA’ kir û divê AKP’ê bi vê hilweşe.
PKK û PAJK’iyên girtî, ji bo referandûmê banga xurtkirin û bilindkirina ‘Kampanyaya NA’ kir û divê AKP’ê bi vê hilweşe.
Li ser navê PKK û PAJK’iyên girtî, Deniz Kaya têkildarî ‘Kampanyaya NA’ daxuyaniyek nivîskî da .
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di pêşengtiya AKP/MHP’ê de faşîzim bi rûyê xwe yê herî qirêj hemû derferên xwe bi kar tîne û bê ku sînoran nas bike êrîşî mirovên demokrat, şoreşger û welatparêzan dike.” Di dewama daxuyaniyê de wiha hate got:
“Li dijî pêla faşîzmê li ser navê rûmeta mirovahiyê, her tişt berxwedanê ferman dike. Bi berxwedanê enceq ev tarîtî tê çirandin. Li çiya, bajar, zindan û her qada jiyanê li dijî zextên faşîst û êrîşan her rê û rêbazên berxwedan, serhildan û heta faşîzim bê şikandin meşrû ye; ya rast ev e û erkekî dîrokî ye.
Di serî de Kurd û beşên demokrat- şoreşger, jin, ciwan, Elewî û kedkar di encama konsepta van êrîşan de hedefa serekene. Bi xwezayî ji yekane hêzên li dijî faşîzmê jî li ber xwe bidin û têkoşînê bibin meşandin jî ev beş in. Yan em êdi vê pêvajoyê de li dijî faşîmê têbikoşin û bişkînin, an jî qirkirina fîzîkî jî di nav de, wê her cure êrîş li ser me bê kirin. Pêvajo evqasî zelal û tûj e. Tirs, bêçare, rewşa bêdengiyê xemeta êrîşên faşîst dike. Divê bi ruhê berxwedanê yê hezar salan bi bawerî û biryardarî berxwedanê bilind bikin. Derfetê serkeftina wê niha ji her demê zêdetire.
Her çendî îtifaqa AKP-MHP’ê dide nîşandan ku pir bi hêze lê tam berovajî di dema xwe ya harî qels û lewaz de ye. Jixwe ji bo bê rewşa ku nekaribe civakê di aliyê siyasî de bi rêve bibe, rûyê xwe yê diktator hê zelalî raber dike. Li gel kirîzekî ekonomî jî di polîtîkaya derve de jî astengiyan dikişîne. TSK ya ku di nava NATO de weke artêşa 2’emîn e, li Sûriyeyê ketiye rewşa ku nikare bajarokê bigire. AKP û MHP jî weke volkanekî di nava xwe de dikele û difûre ye. Ji bo vê lewaziya xwe bi parêze di serî de êrîşî Kurdan, Elwî, beşên demokrat- şoreşgeran dike, zextê li jinan, ciwan û kedkaran dikin ku xwe bi hêz bide nîşandan. “
‘DIVÊ DAKEVIN KOLANAN Û BÊJIN NA’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê di vê demê de di warê berxwedanê de bi du awayan bê kirin û wiha pê de çû: “A yekem; bê tirs, bê westan bi bawerî û biryardarî dakevin kolanan û ji faşîzmê re bêje RAWEST E, a duyemîn jî ji bo referandûma yek mêrî ya ku beriya bê bi sazîkirin di referandûmê de bêjin NA ye. Di pêvajoya biharê de rojên dîrokî yên berxwedanê mîna 15 Sibat, 8’ê Adar, 12 Adar, 16 Adar, 21 Adar Newroz, 4 Nîsan, 1 Gulan, 6 Gulan û 18 Gulanê dakevin kolana û mîtîngan li dar bixin, pêvajoya referandûmê bi kampanyayekî NA ya xurt bigihîne serkeftinê.”
‘DIXWAZIN NÊRÎNEKÊ DERBIXIN; NA LI PÊŞ E’
Di dewam daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Hê ji niha ve eniyên şerê taybet daketine kolanan serê mirovan tevlîhev dike û dixwazin nêrînekî cêwaz derxînin. Bi nêrîna di dide avakirin wisa didin nîşandan ku wê di refandûmê de ‘ER Ê’ derbikeve. Bi vê dixwazin bawerî, hêvî û biryardariya eniya NA bişkînin. Lê ya ku di raya giştî de derdikeve pêş bi anketan jî diyar dibe ka herî li pêş NA’ ye.
Nêrîna duyemîn jî “Jixwe sîstema niha heyî karekterekî faşîst e. Ti ferqa wê ji ya bê nîne? Ya herî baş em baykot bikin neçin ser sindoqan” dixwaze ava bikin. Bi vê dixwaze di serî de Kurdan û eniya NA parçe bike. Er ê, sîstema heyî jixwe faşîst e, li ser polîtîkayên înkar û îmhayê hatine avakirin. Ev 40 sal in em li dijî vê sîstemê şer dikin. Em ne mecbûrin ku vê sîstemê biparêzin. AKP ji bo li pêşiya têkoşîna azadiya Kurd emrê xwe zêde bike û Têkoşîna Azadiya Kurd tesfiye bike serî li vê rêyê daye. Ji ber vê divê gelê me di referandûmê de bêje NA.”
‘HESAB PIRSÎN JI AKP'Ê ERKÊ ME YE’
Ti Kurd, esareta li ser Rêbertiya me û tecrîda li ser Rêbertiyê û îzalasyonê qebûl nake. Ti Kurdan Roboskî, Cizîr, Şirnex, Sûr, Nisêbîn û Geverê ji bîr nekiriye. Ti Kurd girtina hevserokan, hevşaredaran, hilbijêran, rewşenbîran, rojnamevana û beşên demokrat û muxalîfan qebûl nekir, qebûl nake! Yê ku vê bike wê hesab ji AKP’ê bixwaze û wê AKP’ê bi erdêre bike yek. Ev berpirsyarîyekî dîrokî ya li pêşberî şehîdên xwerêveberiyê ne divê her kes rabe ser xwe.
BANG
Di serî de em bang li hemû raya giştî ya demokratî-rewşenbîr, sosyalîs û beşên demokrat, Misilmanên rast ên bi rûmet, Elewî, jin, ciwan û beşên kedkar dikin; hemû civakên tên cudakirin, zext li ser tên kirin û gelê me dakevin kolan û bêje RAWEST E, di sindoqan de bêje NA û berxwendanê belav bike.
Gelê Kurd di pêşengtiya vê berxwendanê de, bi hêrsa 15 Sibatê, coşa Newrozê û ruhê serhildanê vê Biharê vegerînin Azadiyê û demokrasiyê, ‘bang dikin ku ‘Rê nede faşîzmê’ dakevin kolana. Dîsa bang li hemû malbatên girtiyan dikin ku di refên pêş ên berxwedanê de cihê xwe bigirin, bibin kedarên rêxistinkirin û rêveberiyê; bi ruhê seferberiyê beşdarî pêvajoyê bibin. Ji niha de serkeftin.”