"PKK mîna sala 1999'an bi hêz e"
"PKK mîna sala 1999'an bi hêz e"
"PKK mîna sala 1999'an bi hêz e"
Wezîrê Karên Hundur ê Elmanyayê Friedrich rapora sala 2012'an a Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Di raporê de cihekî berfireh ji PKK û saziyên Kurdan re tê veqetandin û tê gotin, "Di sala 2012'an de kampanyayên ji bo azadiya Ocalan zêde bûn. Hêz û hunera PKK'ê bi qasî ya 1999'an xurt e."
Wezîrê Karên Hundur ê Federal Hans-Peter Friedrich, bi Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn Hans-Georg Maasen re, ji bo rapora ewlekariyê ya sala 2012'an de eşkere bikin derketin pêşberî çapemeniyê. Civîna çapemeniyê ya li salona Konferansa Çapemeniyê ya Federal, li pêwendiyeke mezin a medyayê rast hat. Herdu rayedaran, rapora sala 2012'an a Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn, ku saziya îstixbarata navxweyî ye, eşkere kirin û bal kişandin ser nuqteyên "xeter" ên sala bihurî.
Har ragihandin, ku hejmara endamên organîzasyona Îslamî ku di sala 2011'an de 38 hezar bûn, sala 2012'an de derketiye 42 hezaran û 38 hezar ji vana, endamên koma Selefiyiyan a salên dawî xurt bûye ye. Hat diyarkirin, ku hêzên rastgir ên radîkal hînê di rewşeke xeter de ne û hat destnîşankirin ku hucreya Nazî NSU kincekî nû li xwe kiriye. Li gorî raporê, hejmara alîgirên rastgirên radîkal 22 hezar û 150 ye.
Friedrich da xuyakirin ku yekîneyên îstîxbaratê yên Elman û DYE'yî bi hev re dixebitin û heta niha bi hev re pêşî li gelek êrişan girtine.
DER HEQÊ PKK'Ê DE TESPÎTÊN NÛ
Di raporê de, ji bo PKK û tevgerên Kurd di beşa "Rêxistinên biyanî yên ne Îslamî" cih hat veqetandin. Di raporê de hat îddîa kirin ku hejmara 13 heza endamên PKK'ê yên li Elmanyayê di sala 2011'an de hatiye tespîtkirin, di sala 2012'an de jî heman rengî ye û hat destnîşankirin, ku rêxistin tevger giraniyê dide xebatên naskirina pirsgirêka Kurd û mûxatapgirtinê. Di raporê de tê îddîakirin ku li gel Tirkiye û Bakurê Iraqê, PKK li rojavayê Sûriyê jî karê çekdarî dimeşîne û bi kurtasî weha tê gotin:
"Kadroyên rêveber ên PKK'ê diyar dikin, ku wan dest ji armancên cihêkariyê yên berê berdane. Li gel vê yekê PKK hînê li Rojhilata Navîn dixwaze di nava hemû welatên Kurd lê dijîn de yekitiyeke federal ava bike. Federasyoneke bi vî rengî wê serweriya welatên mijara gotinê bi sînor bike. Guhertinên niha li herêmê rû didin, ne diyare wê bandoreke çawa li ser armancên PKK'ê bikin. Ev yek bi taybetî ji bo Sûriyê derbasdar e, lewma hêzên nêzî PKK'ê li rojavayê welêt kontrola dewletî ya li herêmê xistine destê xwe. PKK'ê da xuyakirin -li Elmanya- ku ew piştşgiriyê didin vê yekê."
"PKK LI HER QADÊ BIRÊXISTIN E"
Di raporê de hat ragihandin ku PKK li her qadê, li nava komên pişeyî komên etnîkî xwedî organîzasyonane û ji bo vê yekê jî mînaa rêxistinên ciwanan, xwendekaran, olî û rewşenbîran nîşan da. Di raporê de hat diyarkirin ku PKK medya sosyal û înternetê ji bo liv û tevgera xwe baş bikar tîne û bal hat kişandin ser komên Facebookê yên "Komalên Ciwan". Di raporê de ji bo klîbên Rap û Hîp-Hopê yên di înternetê de bi eleqeyeke mezin tên temaşekirin, tê gotin ku "PKK bvi van klîban re propagandayê" dike.
Di raporê de çalakî û xwepêşandanên Kurdan ên sala 2012'an li Elmanyayê pêk anîne hatin rêzkirin û hat gotin, ku xwepêşandan û kampanya ji bo azadiya Ocalan, di sala bihurî de gihaştine asta herî bilind. Rapor cihekî berfireh dide bûyerên dijwariyê yên li Festîvala Çanda Kurd a li Mannheîmê qewimî û diyar kir ku ji ber bûyeran der heqê 19 kesan de doz hatiye vekirin. Di raporê de her weha doza 7 siyasetmedarên Kurd ên bi îddîaya PKK'yî ne hatine girtin, hat vegotin.
ANF CARA YEKEMÎN DI RAPORÊ DE YE
Ajansa Nûçeyan a Firatê, di raporên sala bihurî de bi gotina "Ajansa alîgirê Kurd" zêde cihekî berfireh nedigirt. Lê belê di rapora îsal de berovacî vê nêrînê îstixbarata Elman cih dide van îddîayan: "Ajansa Nûçeyan a Firatê ya navenda wê li Holanda ye, siyaseta agahdarkirinê ya nêzî PKK'ê dimeşîne. Ev ajans li Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û welatên Ewrûpayê xwedî tevna nûçegihanane û bi nûçeyên xwe yên rojane bi zimanên Tirkî û Kurdî dixwaze di nava medya Kurd de cih bigire."
‘PÊWENDIYA NARKOTÎKÊ NÎNE’
Di raporê de tê gotin ku rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê jî xwedî heman girîngiyê ye û ji bo Stêrk TV jî dibêje "Qenala PKK'ê." Îstixbarata Elman ku îsal 23 rûpel ji PKK'ê re veqetand, îsal cara yekemîn destnîşan kir, ku ti pêwendiya PKK'ê bi narkotîkê re tineye. Di beşa encamê ya raporê li ser PKK'ê de weha hat gotin:
"LOBIYA SIYASÎ YA PKK'Ê WÊ ZÊDE BIBE"
"Aktîvîteyên PKK'ê yên li Elmanyayê wê ji niha û pê ve di asta bilind de dewam bikin. Bi taybetî şert û mercên Ocalan tê de ye û şerên giştî yên li Tirkiye û Sûriyê rû didin, nîşan didin ku alîgirên PKK'ê yên li Elmanyayê dikarin car carna di çalakiyên xwe de serî li dijwariyê bidin. Rêxistin bi taybetî xwedî wê hunerê ye ku dikare di demeke kin de alîgirên xwe yên ciwan bixe nava tevgerê û pêwendiya medyayê bikşîne ser xwe."
Misyona pêşerojê ya rêxistinê ya li Elmanyayê ev e: Ji bo fînansekirina saziyên rêxistinê, karên propaganda û piştgirîdayîna karên leşkerî yên HPG'ê, wê pere werin komkirin. Xebatên lobiya siyasî ya PKK'ê wê xurtir bibe. Û wê hewl bide di pirsgirêka Kurd de bibe hêza bingehîn a temsîlkar û mûxatab.
Pevçûnên li Mannehimê nîşan didin ku alîgirên PKK'ê di rewşeke tengav de amade ne şer bikin. Rewşeke din a bi heman rengî di sala 1999'an de di dema girtina Ocalan de hatibû dîtin. "