PKK'ê "Şehîdên Mijdarê" bibîr anî

PKK'ê "Şehîdên Mijdarê" bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê "Şehîdên meha Mijdarê" bibîr anî. PKK'ê got, "Divê em ji bîr nekin: îşkence û êşên me kişandine, serketinê li ser me ferz dikin. Gelê me û bîranîna şehîdên me vê fermanê didin me."

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi daxuyaniyekê "Şehîdên meha Mijdarê" bibîr anî. Di daxuyaniya li malpera fermî ya PKK'ê hat weşandin de hat gotin, "Di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de, meha Mijdarê xwedî cihekî girîng e. Meha Mijdarê hem salvegera damezrandina PKK'ê ye, hem jî meheke ku gelek keç û xortên leheng ên xaka Kurdistanê, ji bo azadiya Kurdistanê û gelê xwe, canê xwe feda kirin e."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hemû gotin, helwest, taybetmendî û bîranînên şehîdên me yên berxwedanê, ji bo tevahiya endamên partiya me, bangeke, fermaneke û divê bicih bên anîn." Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Yekane jiyana îro li ser partiyê bê ferzkirin, jiyana şehîdên me yên berxwedanê ye, ku hêmanên bingehîn ên avahiya partî û têkoşîna me ne. Ji ber ku ew bûne, nirxên me yên herî mezin ên me bi partî û têkoşînê ve girê didin."

'LEHENGÊN PKK'Ê HEMÛ ŞEHÎD IN'

PKK'ê da xuyakirin, ku girîng her yek ji cangoriyên berxwedanê baş were lêkolînkirin û fêmkirin û got, "Ev yek bersiva li deynê wefayê ye. Serketina herî mezin a demê ew e ku lehengên me yên berxwedanê, mîna hêjayî wan be, di destê bi sed hezaran de veguherîne aleke li ba û mîna Kobanê berxwedana wan veguheriye berxwedana bi mîlyonan.

Di nava PKK'ê de leheng kesek bi tenê nîne, hemû berxwedêr, hemû şehîd û xwediyê kedê leheng in. Wan bi misogerî li gorî pîvana bedewiyê ev şer tercîh kirine û weke şervanên bedewiyê taca şehadetê danîne ser serê xwe."

'ŞEHÎDÊN MEHA MIJDARÊ'

Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK'ê de, der barê cangoriyên di meha Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane de ev agahî hatin dayîn:

"Rêhevalê me KEMAL ERCAN ê ji Elezîzê di sala 1979'an de bi dildariyeke mezin tevlî têkoşîna azadiyê bû, li Edeneyê di encama êrîşeçeke çekdarî ya faşîstan tevlî karwanê şehîdan bû.

Şehîdên partiya me yên destpêkê yên di Vegera li Welêt de, di Mijdara 1982'an de, li gel şoreşger û mirovê mezin rêhevalê me ŞAHÎN KILAVÛZ û rêhevalên li gel wî CAHÎT DAYAN, FÛAT ERTURK, VEYSÎ ŞÎMŞEK, MÛSA ÎLK, VEYSÎ HANTAŞ, HASAN OZÇELÎK û M. BEŞÎR AKSOY in.

Rêhevalê me RAMAZAN GEZGÎNCÎ-Celal Xoce yê ji Mêrdînê, di sala 1987'an de weke nûnerekî xurt ê meşa Serketinê, tevlî karwanê şehîdan bûye.

Di 14'ê Mijdara 1992'an de, li Erzîrom-Olûrê, di bin fermandariya rêhevalên me Pîro-TÛRGÛT YILDIZ ê ji Erdexanê û Şukru-ERDÎVEN BOZKÛRT, 21 rêhevalên me tevlî karwanê şehîdan bûn.

Di 19'ê Mijdara 1997'an de, fermandarê mezin ê Botanê û mirovê bijarte yê eşîra Spertî rêhevalê me Şerîf-HUSEYÎN ŞENGUL li qada Risor a Şirnexê, di encama kemîna ji tankan a hêzên dagirker de, tevlî karwanê şehîdan bû.

Em rêhevalên xwe Tayhan-AHMET YILDIRIM û ...Jêhat-...REMZÎ AKKÛŞ ên di Mijdara 1998'an de li dijî komploya navneteweyî li ber parlamenta Rûsyayê DÛMA bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan, bibîr tînin.

Şervanekî me yê giranbuha yê azadiyê, ku di 22'ê Mijdara 1998'an de li Zagrosê tevlî karwanê şehîdan bû, rêhevalê me Sabir Cîlo-ÎSA XELÎL ê ji Dêrik-Rojavayê Kurdistanê ye.

Rêhevalê me Kemal Zap-HAYDAR ALPARSLAN, ku nûnerê xurt ê kevneşopiya berxwedana diyarên Dêrsimê û mînakek bijarte ya milîtaniya PKK'ê bû, di 27'ê Mijdara 1999'an de li Milazgirê, di şerê li dijî hêzên dijmin de, tevlî karwanê şehîdan bû.

Di 28'ê Mijdara heman salê de, nûnereke mînakdar a welatparêziyê rêhevala me Xanê Îsmaîl-ŞÎRÎN ÎSA li Garê ya Başûrê Kurdistanê û rêhevala me Berçem Engîzek-SÛLTAN NÎKOTA jî li qada Çirav a Botanê, di şerê li dijî mêtîngeran de, tevlî karwanê şehîdan bûn.

Yek ji rûyên bedew ê têkoşîna me ya azadiyê û ji fermandarên pêşeng ên artêşbûyîna jinê rêhevala me Newroz-FATMA USTUN a ji Şirnexê di 24'ê Mijdara 1999'an û ji nûnerên jinê yên xurt ên çanda Elewîtiyê rêhevala me Zeynep Bîndal-ELÎF ÎLDEŞ di 29'ê Mijdarê de, ji ber kemîna tankan a hêzên mêtînger ên TC a faşîst, li Garê tevlî karwana şehîdan bûn.

Rêhevalê me Serxwebûn-EMÎR ZERO yê li bajarê Diyana yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû, di 23'ê Mijdara 1999'an de li Garê tevlî karwana şehîdan bûye.

Di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê, endama me ya Desteya Rêveber a KONGRA GEL û ji fermandarên jinê yên bijarte yên PKK'ê û wêjevana me rêhevala me Şîlan Kobanê-MEYSA BAKÎ li gel rêhevalên me Zekerya-ZEKERYA ÎBRAHÎM, Fûat-HÎKMET TOKMAK, Ciwan-HECÎ CÛMA ELÎ û Cemîl-CEMÎL NEBO, tevlî karwanê şehîdan bûn.

Rêhevalê me Egîd Ûrmiyê-ZIYADDÎN ELÎPÛR ê li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, di 13'ê Mijdara 2007'an de li qada Çiyayê Bizina ya Gabarê tevlî karwanê şehîdan bû, rêhevalê me Zana-KEMAL MÛHAMMEDÎ jî li Sêrtê di sala 2010'an de di kemînekê de tevlî karwanê şehîdan bû.

Rêhevalê me Hakî(Şiyar)-SENAR METE yê ji Bedlîs-Tetwanê ku weke yek ji Mertalên Zindî derket serê çiyayên azadiyê, di 24'ê Mijdara 2010'an de li qada Kelareşê ya Rojhilatê Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bû.

Yek ji fermandarên herî mezin ê Şerê Azadiyê yê Kurdistanê ew gihandiye rêhevalê me Reşît Serdar-... ... ê li diyarê Herekol ê Botanê ji dayik bû û di 18'ê Mijdara 2012'an de tevlî karwanê şehîdan bû, di Stratejiya me ya Şerê Gel a Şoreşger de wê her tim weke fermandarekî li pêş, şervan, bîrdariya kedê, milîtanekî xurt ê PKK'ê û gerîlayekî bijarte yê PKK'ê, bê bîranîn."

SEKNA SEYÎD RIZA SEKA ŞERVANÊN AZADIYÊ YE

PKK'ê Seyîd Riza û hevalên wî bibîr anî û got, "Dema şehîdên şoreşa Kurdistanê werin bîranîn, divê gotinên 'Min nekarîbû li hemberî derew, dek û dolabên we bi ser bikevim. Bila ev bibe dersek ji min re. Ez jî serî li ber we natewînim, bila ev jî bibe derdek ji we re' ya sembola berxwedana Elewîtiyê Seyîd Riza, ku di 15'ê Mijdara 1937'an de ji aliyê dewleta TC a faşîst û mêtînger ve hat darvekirin neyê jibîrkirin û bê zanîn ku ev gotin û sekna serbilindî ya wî, bûye hişmendiya sekna Şervanên Azadiyê yên Krudistanê. Girînge bi vî rengî rastiya şehîdan bê fêmkirin."

'EM ALA BERXWEDANÊ BILIND BIKIN'

Komîteya Rêveber a PKK'ê got, "Divê neyê ji bîrkirin ku temamiya şehîdan, ji jiyaneke bi vîna dijmin li ser me tê ferzkirin re 'Na' ye. Dîsa divê em ji bîr nekin ku; ev îşkence û êşên me kişandine, fermana serketinê didin me. Gelê me, bîranînên şehîdên me vê fermanê didin me. Jiyana ku tê xwestin bi azadî were jiyîn, vê fermanê dide.

Ev fermanên jêneveger ên jiyanê ne. Ev nirxên me yên di oxira jiyaneke azad de berdêlên giran dane, hatine afirandin. 

Ji bo ku em ji her demê bêtir xwedî li van nirxan derkevin, bi dilsozî bi wan re bijîn, xwedî li wezîfeyên dem li ser me ferz dike derkevin, ji bo em salvegera damezrandina partiya xwe bi xurtî pêşwazî bikin, ji bo li dora Kobanê ya berxwedaneke destanî nîşan dide bicivin û polîtîkayên qirkirinê bi berxwedana xwe ya bi heybet pûç bikin, em ala berxwedanê bilind bikin."