PKK’ê nerazîbûn nîşanî weşanên li dijî Hozat û Kalkan da

Komîteya Navendî ya PKK’ê nerazîbûn nîşanî weşanên K24’ê da ya ku di rojên dawîn de êrîşî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan dike.

Komîteya Navendî ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser kadroyên pêşeng Dûran Kalkan û Besê Hozat da ya ku bi rêya televîzyonên wekî K24 tê kirin.

Di daxuyaniya PKK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk êrîşên xwe yên qirkirinê yên li ser Bakur û Başûr û Rojava zêde kiriye. Di van rojên dawîn de kesên xayîn û îxanetkar bi kar tînin û şerê psîkolojîk dikin.

Gelekî zelal e ku dewleta Tirk dixwaze bi vê metoda şerê qirêj çi bike. Dixwaze bide nîşandan ku di navbera Kurdan de şerekî mezin heye. Lê a rast bi rêya şerê psîkolojîk dixwaze dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê rewa bike.

Piştî referandûma di 25’ê Îlona 2017’an de dewleta Tirk a dagirker şerê xwe yê psîkolojîk zêdetir kiriye. Di rojên dawîn de jî kanala bi navê K24 û kanalên li ser xeta wê li dijî PKK’ê propagandayê dikin.

Dewleta Tirk piştî 23’ê Hezîranê êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir kiriye û di van êrîşan de gelê sivîl tê qetilkirin. Li hemberî vê dagirkeriyê gerîlayên azadiya Kurdistanê li ber xwe didin. Ev rastî ji hêla hemû gelê Kurdistanê û raya giştî ya demokratîk ve tê dîtin û ev banga berxwedanê ye.

Ligel ku li holê rastiyeke wisa heye, tv'yên wekî K24 û yên li ser xeta wê li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê Dûran Kalkan û Besê Hozat propagandayeke dij dike. Ev jî bi kêrî dewleta Tirk tê.

Kesên li Başûrê Kurdistanê dijîn di serî de, hemû gelê Kurdistanê vê rastiyê dibîne. Kes û derdorên PDK û YNK’ê jî li hemberî vî şerê psîkolojîk berteka xwe nîşan didin. Ew diyar dikin ku ew ê nehêlin di navbera hêzên Kurdistanî de şer çêbibe.

Di şerên salên borî de herî zêde xisar gihişt Kurdan. Ev şer ne ji aliyê Kurdan lê ji aliyê mêtingeran hatiye destpêkirin. Ji ber vê jî herî zêde ev şer bi kêrî berjewendiya wan hatiye. Ji ber vê jî divê kongreya neteweyî ya di navbera Kurdan de were lidarxistin.

Heke ev kongre necive wê trajedîyên wekî salên berê pêk were. K24 û tv'yên wekî wê, ew ê xizmetê ji vî tiştî re bikin. Vê êrîşa li ser Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat êrîşî xeta azadiya jinê ye ya ku Rêber Apo ava kiriye. Bi êrîşa li ser Endamê Konseya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan jî dixwazin êrîşî xeta neteweya demokratîk were kirin. Kesên beredayî derdixînin bernameyan û wan bi kar tînin. Ev kes wê tu carî nikaribin cihê bi rûmet ê Besê Hozat û Dûran Kalkan a di nav têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdistanê de têk bibin.

Em diyar dikin ku armanca van êrîşan çi ye û ew ê ev êrîş tu carî negihêje armanca xwe.”