Piştî ku Tansû Çîller di Hezîrana 1993'an bû serokwezîr, hem şerê li Kurdistanê hem jî jî Kurdên li Ewropayê bi taybetî yên li Elmanyayê ketin pêvajoyeke nû. Çîller ku destpêkê serdana Rûsyayê kir, dihate gotin ku Çîller wê biçe Elmanyayê, ji bo PKK'ê li vî welatî bide qedexekirin û weke 'terorîst' bide îlankirin, her wiha deriyê komeleyên Kurdan bide girtin, çi ji dest bê wê bike. Wan rojan Ertûgrûl Ozkok di gotara xwe ya li rojnameya Hurriyetê de ev fikir dida Çîller: "Tirkiye wê careke din firsendeke bi vî rengî bi dest nexe. Hevsengiyên navneteweyî encax bi vî rengî dikare li dijî PKK'ê bimeşe. Ji niha û pê ve hevsengî wê li gorî PKK'ê bimeşin. Lewma divê em bilezînin û firsendê ji dest nerevînin."
Ji bo zexta dîplomasiyê ya li dijî Kurdan ku ji Enqereyê hat amadekirin, wê Bonn ne amade bûya. Serokwezîr Kohl wiha digot, "Elmanya sîstemeke federal e. Her eyalet xwedî qanûnên cuda ne. Lewma qedexekirina PKK'ê ne gengaz e." Wezîrê Karên Derve Klaûs Kînkel jî got, "Ez weke wezîrê berê yê edaletê bi endaze nêzî gotina terorîst a li dijî PKK'ê dibim."
Lê belê ev gotinên Çîller wê piştî gera li welatên rojavayî bihatina jibîrkirin. Çîller ku di 20'ê Îlona 1993'an de dest bi gera xwe ya Elmanyayê kir, bi potên xwe mora xwe li gerê xist. Ji bo rojnamevanên Elman ên mafên Kurdan û binpêkirinên mafan pirsî Çîller ev bersiv da: "Ji sedî 10 ê mafên Kurdan en li Tirkiyê, ji Tirkên li Elmanyayê re nehatiye dayîn. Li Elmanyayê Tirk tên şewitandin.
Li Kurdistanê gund, bajarok û herî dawî mîna li Licê bû navçe dihatin şewitandin. Şewitandina Kurdan berevajî şewitandina komek ji Tirkan a li Elmanyayê ji aliyê Naziyan ve, bi rengekî rêk û pêk dihate kirin. Polîtîkaya dewletê ya demekê bû, xwe dispart bingeha nijadperestî û înkarê û rejîma Enqereyê ji bo vê bi her awayî kar dikir.
Çîller li dû Elmanyayê li ser vexwendina Serokdewletê DYE Clînton di 12'ê Cotmeha sala 1993'an de çû DYE. Têgihiştina rêgeha Çîllerê ya Moskowa-Bonn-Washîngtonê, zehmet nîne. Armanca wê ya herî mezin, ji bo mezinkirina şerê li Kurdistanê wergirtina piştgiriya navneteweyî bû. Xuya bû ku Çîller piştgirî ji hêzên rojavayî girtibû ku hefteyek piştî vegera ji Washîngtonê, di 22'ê Cotmeha 1993'an de navçeya Licê ya Amedê bû hedefa êrişa artêşa Tirk. Liceya ku bi rojan ket nedikarî biçê, her êvarê mijara nûçeyên kanalên televîzyonê yên Elman bû. Kovara Der Spîegel ji bo Licê gotina "Beyrûda biçûk" bikar anî û wêneyên xaniyên gule lê ketibûn weşand.
Hovîtiya li Licê Kurdên li Ewropayê xist nava tevgerê. Di 4'ê Mijdara sala 1993'an de li zêdeyî 30 bajarên Elmanyayê protestoyên Licê pêk hatin. Di vê navberê de li hemberî konsolosiyên Tirki, acenteyên ger û geştê û bankayên Tirkan êrîş hatin kirin. Di şewata li lokaleke li Wîesbadenê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li dijî Kurdan pêla binçavkirinan destpê kir. Nîşaneya yekemîn ji wezîrê karên hundir Kînkel hat: "Bila PKK tavilê bê qedexekirin." Kînkel heman demê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Hîkmet Çetîn re ji bo têkoşîna hevpar a li dijî PKK'ê danûstandin dikir.
LI OYBÎNÊ NÎQAŞÊN DU ROJAN...
Di 22'ê Mijdara 1993'an de bal çûbû ser bajarokê Oybînê yê li rojhilatê bajêr. Civîna di 22’ê mijdarê de dest pê kir û wezîrên karê hundir ên 16 eyaletan tevli bûn de, wezîrê karê hundir ya Federal Kanther bi bultneke 53 rûpel a ku PKK’ê qedexe dike çû civînê. Di civînê de Kanther biryarname wek heyî da qebûlkirin. Di 25’ê Mijdarê de wezîrê Karê Hundir yê Eyaleta NRW’ê Schnoor got: Kanther ev xwest. Senatorê Karê Hundir ê Hamburgê Wrocklage jî got qedexeyê ji ‘Kanther’ bipirsin.
Roja 25'ê Mijdarê ku qedexe hate ragihandin, Wezîrê Karên Hundir ê Federal Kanther êvarê tevlî nûçeyên qenala televîzyonê ARD'ê bû û wiha digot, "Ez ê destûrê nedim ku Elmanya bibe welatekî şer û îsyanê. Elmanya ji bo terorîstan ne cihê bêhnvedanê ye. Em ê destûrê nedin ku hin komên biyanî pirsgirêkên li welatê xwe bînin welatê me. Qedexe, wê mirovên ku bi zorê dibin endamê van komeleyan ji gefa PKK'ê biparêze."
Di bultena Kanther de ku ji bo şerê Kurdistan, sedeta şîdet, şewitandina gundan û komkujiyan de yek hevokek derbas nedibû de wiha dihat gotin:
"PKK/ERNK pêşî li jiyana ku her kes bi hevre bijî digire. PKK û sempatîzanê wê li Tirkiye û Elmanyayê hewl didin beşeke Tirkiyeyê tevli dewleta kurd bikin. Ev jî sûc van tespît dikin. Berjewendiyên Elmanyayê di bin tehdîdê ne. Çalakiyên şîdetê zirarek mezin dide têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re. Ger em li Elmanyayê desturê bidin faliyetên PKK’ê, em dê polîtÎkaya Elmanyayê ya derve bidin ber nîqaşê û baweriya hevkarên xwe têk bibin."
'QESRA SPÎ JI BO QEDEXEYÊ DI DEWRÊ DE BÛ'
Ji bo qedexeyê di xeta Enqere-Bonn-Washîngtonê de dîplomasiyeke bênavber hebû. Di 26’ê mijdara 1993’an de rojnameya Mîliyetê bi manşeta ‘Tevgera Kuryeya Veşarî’ derket û trafîka hevdîtnê ya ji bo qedexekirina PKK’ê ya di navbera Çîller-Kohl-Clînton de nivîsî. Her sê lîderan di hevdîtinên ku pêk dianîn de biryara ku li dijî PKK’ê operasyonê pêk bînin girtin. Vê nûçeyê nîşan dida ku Qesra Spî di wê pêvajoya krîtîk de xwedî roleke diyarker bû.
Di 25'ê Mijdarê de li Bonnê jî mêvanekî girîng ê Kohl hebû; Serokwezîrê Îngilistanê John Major. Di rojeva wan de jî operasyoneke hevpar a li dijî PKK'ê hebû. Clînton jî bi rêya telefonê beşdarî vê hevdîtinê bû û li gorî agahiyan ji wan re gotiye 'Daxwaza Tirkiyeyê ji bîr nekin'. Her wiha êvara heman rojê biryara qedexeyê li bajarokê Oybînê hate dayin. Rêveberên dewleta Tirk jî yekemcar ji axaftina bi telefonê ya Wezîrê Karên Derve yê Elman Kînkel a bi Hîkmet Çetîn re hîn bûn.
Di sibeha 26'ê Mijdarê de bi beşdariya bi hezaran polîsî li welêt yek ji serdegirtinên herî berfireh a dîroka nêz hate kirin. Polîsên ku avêtin ser Weşanên Berxwedan, Ajansa Nûçeyan a Kurd-Ha, komîteyên Kurdistanê, Federasyona Komeleyên Çand û Karkerên Welatparêz a Kurdistaniyan (FEYKA-Kurdistan) û 29 komeleyên wê, dest danîn ser her tiştî. Ev qedexeya ku beriya salvegera damezrîndina PKK’ê de ya 27’ê mijdarê de pêk hat, komeleyên kurdan yên ku dihatin xwestin miftê li deriyê wan bixin, çalakiya runiştinê pêk anîn û çapemeniya Elman, bertekên tund nîşanê hikûmeta Kohl dida. Di 27’ê mijdarê de di rojnameya Frankurter Rundschau de wiha hatibû gotin: “Hikûmeta Federal ket ava bi duman ya Tirkiyeyê û piştgirî da ku Kurd bên pelçiqandin. Bonn metodên MGK’ê kopî dike. Li dijî kurdan bi Enqereyê re îtîfaqê dike.
NÊZÎKATIYA YEKÎTIYA EWROPAYÊ Û WELATÊN DIN LI PKK'Ê
Biryara qedexeyê ya 25'ê Mijdarê û operasyonên di 26'ê Mijdarê de hatin kirin ji bo welatên din ên rojavayî bû çavkaniya sûdwergirtinê. Piştî êrişên 11'ê Îlona 2001'ê rêveberiya Washîngtonê bi hinceta 'pêşîgirtina li terorîzma navneteweyî' zext li Yekîtiya Ewropayê kir. Di Kanûna 2001'ê de Yekîtiya Ewropayê bi zexta DYE'yê neçar ma ku lîsteya 'rêxistinên terorê' ava bike. Lîsteya destpêkê di 28'ê Kanûna 2001'ê de hate eşkerekirin. Di lîsteya destpêkê de ETA, rêxistina 17'ê Mijdarê ya li Yewnanistanê, Cîhad a Îslamî û Hamas û Hîzbûllah ên li Lubnanê, bi gitşî 12 rêxistin hebûn. 6 mehan PKK di lîsteyê de tune bû. Di encama zexta Tirkiyeyê de, Komîsyona Ewropayê ku saziya herî bilind a Yekîtiya Ewropayê ye, di 2'ê Gulana 2002'an de ragihand ku PKK tevlî lîsteyê hatiye kirin. Yek ji hincetên Yekîtiya Ewropayê jî ew bû ku PKK li Elmanyayê qedexe bû.
Tevî lîsteya Yekîtiya Ewropayê PKK li van welatan tevlî lîsteya 'rêxistinên terorê' hate kirin: Kanada, DYE, Awûstralya, Tirkiye, Zelanda Nû, Îngilistan, Erebistana Siûdî, Îran, Kazakistan, Kirgizistan û Japonya. Li gel hewldanên dewleta Tirk jî Çîn, Hindistan, Misir û Rûsya PKK'ê weke 'rêxistina terorê' nabînin. Di 16'ê Îlona 2017'an de dadgeriya Belçîkayê biryar da ku PKK rêxistineke 'terorê' nîne, ew aliyekî şerê li Tirkiyeyê ye. Lê belê tevî vê biryarê jî welatên rojavayî bi serkêşiya Elmanyayê di konsepta qedexeyê ya salên 1990'î de israr dikin...
Sibe: Çîrokên jibîrkirî yên Kurdên bûn qurbanê qedexeyê...