Piştî mudurê ewlehiyê, dozger Zekeriya Oz jî ji erk hat girtin
Piştî mudurê ewlehiyê, dozger Zekeriya Oz jî ji erk hat girtin
Piştî mudurê ewlehiyê, dozger Zekeriya Oz jî ji erk hat girtin
Piştî operasyona herî mezin ya ji sala 2002’an ve li dijî gendeliyê pêkhatî, destwerdana lêpirsînê destpêkir. Destpêkê mudurên polîsan ên ku operasyon dayîn destpêkirin ji erk girtin, pişt re jî Serdozger Zekeriya Oz jî ji erk hat girtin û hat îdia kirin ku wê Serdozger Turan Çolakkadi cihê wî bigre.
Operesona herî berfireh ya ku hikûmeta AKP’ê û derdora wê kirî hedefa xwe di 17’ê Kanûnê destpêkir. Pişt re kurê Wezîran jî di nav de 52 keshatin binçav kirin. Di ragihandinê de wek pevçûnên di nava AKP’ê û Cemaatê der ket pêş.
Piştî operasyonê ji aliyê eniya hikûmetê ve jî destwerdana destpê hat. Di operasyonê de aliyên gendelê derketin holê, destwerdanan aliyê huquqê li ber çav negirtin.
5 mudurên polîsan yên ku operasyonên gendeliyê û ruşvetê didan meşandin ji kar hatin durxistin. kesên ji erk hatîne durxistin, mudûrê Şaxê Maliyê Yakub Saygili, Mudûrê Şaxê Qaçakciyê Tugrul Turhal, Mudûrê Şaxê Organîzeyê Nazmî Ardıç, Mudûrê Şaxê Têkoşîna bi Terorê re Omer Kose û Mudûrê Şaxê Asayîşê Ertan Erçikti ne.
ZEKERIYA OZ JI ERD DANÎN
Di roja sêşemê de Wezîrê Edaletê Sedelola Engîn karên xwe yên hijbijartinê yên li Hatayê di nîvî de hişt û berê xwe da Enqerê li wê de trefîqa civinan destpêkir. Îdiaya Wezîr dozger ji kar avêtiye bû sedema bertekan. Îdia kirin ku li ser vê guhertinê poşman bûye. Lê belê li ser formila dûyem dozgerên din ser ve zêde kirin. Zekeriya Oz ê ku di lêpirsînê de koordînasyon dikir dosya wî hat girtin, li cihê wî Turan Çolakkadî hat li ser kar. Zekeriya Oz wek kesekî li nêzî Cemaeta Gulen tê nîrxandin.