‘Piştî Lozanê kurd hatin jibîrkirin’
‘Piştî Lozanê kurd hatin jibîrkirin’
‘Piştî Lozanê kurd hatin jibîrkirin’
Di komîsyona çareseriyê ya Meclisê de dîroknas-rojnamger Ayşe Hur Saraç axivî û got kurd beriya Lihevkirina Lozanê hatine xapandin û piştî Lozanê jî bi giştî hatine ji bîrkirin û wiha got: “Di navbera 1921-23’an de hikûmeta Enqerê sozê dide kurdan. Ev tevgera xapandinê ye. Mustafa Kemal di 1921’ê de peyamên mutariyetê dide. Ev peyam di esasa xwe de mohrîka şîne. Çi dibe bila bibe PKK’ê di sekna xw de daxwazek rewa anî ziman. Rastiya xwe ya civakî derxist holê. Di navbera 1999’an û 2004’an de derfetek ji dest hatin berdan. Hêvîdarim ev pêvajo dubare nebe.
Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê ya TBMM’ê dîroknas-rojnamger Ayşe Hur Saraç guhdarî kir. Saraç pêşniyar kir ku BDP jî bê guhdarkirin got: “Pirsigrêka Kurd û PKK’ê j isalên 1980’ê de derktiye. Hêzên derve piştgirî danê lê tu carî ev bi awayek vekirî dernexistine holê. Wek ku ne meseleya wan, meseleya hinek kesên dine nîşan da. Pirsgirêka kurd di dema Komarê de derketiye holê û her wiha paşerojeke wê ya ku dirêjî dema Osmaniyan dibe heye.
Saraç wiha pê de çû: “Îro ev mesleyeke hundirîne. Ger em bêjin ji dema komarê ev prisgirêk derketiy holê kêm dimîne. Kurdbûn û tirkbûn di dîrokê de ketiye holê. Kurdan xwe bi sê awayî cih kiriye. Yek di dema têkoşîna netewî de bi îtîhatiyê re bi Mustafa Kemal tevdigerin. Ya duyemîn kurdên bi pêşengiya Seyît Abdulkadîr ji bo ku statuya xweser a Osmaniyan bi dest bixin, dikevin nava lêgerîna ku dikarin ji Fransa û Îngîlîstanê alîkariyê bigirin. Ya sê yemeîn jî burjuvayên kurd yên wek Paşazade Berdirxan û Cemîl dikevin nava lêgerînê. Bi sala 1921’ê re gelek pêşengên kurd bi kongreyên Erzirom û Sêwazê ligel Enqereyê cihd igirin. Di serhildana Koçgirî de hinek sozan didin kurdan. Bi taybet Ataturk soza xweseriyê dide.
PIŞTÎ LOZANÊ KURD HATIN JIBÎRKIRIN
Saraç wiha got: Mustafa Kemal di civîneke bi rojnamgeran re dibêje; divê mafên nîjada kurd û tirkan bê parastin û bi statuyekê bijîn. Li gorî Kanûna Teşkîlat-i esasiye divê xweseriyên herêmî bên avakirin. Meclisa Netewa Mezin a Tirkiyeyê ji parlamenterên kurd û tirk pêk tê.’
Saraç got dema diçûn Lihevkirina Lozanê ev gotin hatine kirin lê bi li hevkirina Lozanê re sozê ji bo kurdan hatine dayîn, ji bîrkirine.
SOZÊ DANE KURD YÊ XAPANDINÊ NE
Saraç wiha pê de çû: “Kurd dibînin ku sozê hatine dayîn nayên bicih anîn. Ev jî kurdan berbi lêgerînan dibe. Di 1921’ê de serhilana Koçgirî pêk hat. Di serhildana Koçgirî de kurdê sunî bê hest tevgeriyan. Di navbera 1921-23’an de hikûmeta Enqreyê sozê dide kurdan. Ev di heman demê de tevgera çewisandinê ye. Mustafa Kemal di 1921’ê de peyamên muhtariyetê dide. Ev peyam jî di esasa xwe de mohrîka şîne.
BI MAKEQANÛNA 1924’AN TÊKILIYÊN KURD-TIRKAN XERA DIBE
Saraç got serhildana Şêx Saîd ya 1925’an j îli dijî makeqanûnê bû û got: “ têkiliya navbera rêxistina Azadî û Şêx Saîd hêj zelal nebûye. Lê encam bi xof bûn. Serhildan tenê lig undan pêk tê. Li bajaran belav nabe. Gund tên şewitandin. Welatiyan darve dikin. Yanî di Makeqanûna 1924’an têgeha ‘Tirkbûnê’ bûye sedema serhildana ku tu sozê ji bo kurdan hatine dayîn neanîne cih. Vê jî navbera Kurd û Tirkan xera kir.
Saraç balkişand ser pêkanînên li ser girtîgeha Amedê û got: “Di vê atmosfera dîrokê de PKK dertê holê. PKK li dijî dewletê tevgera çekdarî dide destpêkirin. Bi taybt di salên 1980’ê de tiştên li girtîgeha Amedê hatin jiyîn, nokteya şikestinê bû. Piştî vê demê têkoşîna çedarî dest pê kir. Piştî girtîgeha Amedê tevgera kurd zêdetir hat nasîn. Girtîha Amedê û tecrubeya 12’ê îlonê tevgera kurd ji dewletê durtir xist.
PKK’Ê DAXWAZEK REWA ANÎ ZIMAN
Saraç anî zimain ku çi dibe bila bibe PKK’ê di esasa sekna xwe de daxwazeke xwe ya rewa anî ziman û got: “Rastiya xwe ya civakî derxist holê. Di navbera 1999 û 2004’an de pevçûn nehatin jiîn. Lê mixabin ev derfet ji dest hat berdan. Hêviya me eve vê carê neyê berdan.
LI GORÎ METÎNER SERHILDANA ŞÊX SAÎD NE SERHILDANE!
Mehmet Metînerê AKP’î yê di komîsyonê de jî îdia ki rku di dîrokê de avabûneke xweser ya monopolîtîk a Kurdistanê heye lê ev ne avabûne xwese ya homojene. Her wiha Metîner îdia kir ku serhildana Şêx Saîd ne serhildane, lê ji berk u di nava serhildanê de Xoybun hebûn bandara netewperst di vê serildanê de heye.
NÎQAŞÊN KOMÎSYONÊ
Parlamentera Endenê ya Enqreyê Fatoş Gurkan pirsa wek ‘Derketina çiyê dibe ku ji ber daxwaz nehatibin cih? Ji Saraç kir û Sarç jîg ot: “Belê wisa ye. Mafê ji hev veqetandinê jî divê bê nîqaşkirin.
Metiner: Em veqetandinê ne, meseleyên malbatî diaxivin.
Saraç: Ger pirsgirêka malbatî be wê demê tu qedexeyê daneynin û em nîqaş bikin.
Serokê komîsonê yê AKP’ê Nacî Bostanci: Lêkolînên qadan nîşan dide ku daxwaza veqetînê çiqas kême. Lê divê kes ji zikê xwe neaxive. Her kes yê dilê xwe bêje.
Parlamenterê BDP’ê Husamettîn Zenderlîoglu: Piştî mekeqanûna 1924’an feraseta yekane derket holê. Li ser gora Şêx Saîd fabrîkaya şarabê hat avakirin. Ev behremê zihniyeta Kemalîste. Kurd vekirî dibêjin ku ew veqetînê naxwazin. Kurd mafên xwe dixwazin. Kurd zext û asîmîlasyonê naxwaze.
Parlamenterê BDP’ê Erol Dora: Em paradîgmayeke ku divê hemû reng û nasname di komara demokratîk de hebe nîqaş dikin. Ji ber kurd nehatin qebûlkirin, pirsgirêka kurd derket holê.
Îdrîs Şahîn: Ev komîsyon ne tenê bo kurdan, bo hemû aliyê civakê dixebite.