Piştî kêran niha jî çavsorên bi çekan daketin meydanê!
Piştî kêran niha jî çavsorên bi çekan daketin meydanê!
Piştî kêran niha jî çavsorên bi çekan daketin meydanê!
Piştî êrîşkarên bi kêran ên li Talîmhaneyê, vê carê jî kesekî bi çekê êrîşî mirovên li qada Îmam Adnan a Kolana Îstîklalê kir. Şahidekî bûyerê ji ANF'ê re axivî û diyar kir êrîşkarê mijara gotinê, çeka xwe piştre daniye otêleke bi navê Palmiye. Li gel nerazîbûna gel jî, polîs neketin otêlê û çeka êrîşkar negirt. Di şûna vê de kesekî qalikê vala yê fîşekê nîşanî polîsan da, polîsan ew binçav kir.
Şahidê bi navê Emra Haşîmoglû diyar kir ku gava ew ji bombeyên gazê direviyan bi 3 hevalên xwe de xwe avêtine qada Îmam Adnan a li Kolana Îstîklalê û got, "Li nêzî Dorock Barê jineke dikandar ji polîsan re got 'Çima hûn tiştekî nakin?'. Li ser vê yekê şexsekî gomlekekî spî û kodekî şîn lê bû, çeka 7.65'î ji berxwe derxist, destpêkê berda hewa, dûre li ser girseyê gule reşand. Em gelekî tirsiyan. Di nava panîkê de me li bûyera diqewimî temaşe dikir."
Hamşîoglû da xuyakirin ku êrîşkar dûre çeka xwe avêtiye otêla Palmiye û got, "Gava polîs hatin cihê bûyerê me ji wan re gotin, şexsekî bi çekê êrîşî me kirine, dûre çeka xwe daniye otêla Palmiye. Lê polîs qet eleqe nîşan neda. Di şûna vê de, mirovekî ku qalikê vala yê fîşekê nîşanî polîsan da, ew kirin binçavan."
Di vê navberê de di êrîşa polîsan a li Kolana Îstîklalê de welatiyê bi navê Ûgûr Can Solhûn ji ber bombeya gazê li paş stiyê wî ket bi giranî birîndar bû. Tevî Recep Samet Guler, Mûrat Toprak û Mûstafa Aytaş gelek kes hatin binçavkirin.